AP: Tirkîyê demildest ji Rojava derkeve!

AP: Tirkîyê demildest ji Rojava derkeve!

Parlementoya Ewropayê(AP) bi tundî êrîşên Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz kir demildest ji wir derkeve.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parlementoya Ewropayê(AP) bi tundî êrîşên Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz kir demildest ji wir derkeve.

Parlementoya Ewropayê, ku navenda wê ya serekî li bajarê Strasburg yê Fransa ye, îro civîya. Di civînê de behsa êrişên Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî hat kirin.

Li gorî euronewsê, di civînê de parlementeran bi tundî êrîşên Tirkîyê li ser kurdan şermezar kirin û ragihandin, ji ber êrişên Tirkîyê herî kêm 300 hezar sivîl derbider bûne, gelek sivîl hatine kuştin û zîyanek mezin gihîştîye xelkê deverê.

Endamên parlementoya Ewropa dan zanîn ku operasiyona Tirkîyê li dijî hemû rêkeftinên navdewletî ye û bûye sebeba alozîya wê herêmê.

Parlementerên Ewropa daxwaz ji Tirkîyê kirin demildest hêzên xwe ji wan deverên ku dagîr kirine, vekişîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin