Amerîkayê derbarê mirina xortekî Kurd di zindana Rêveberiya Xweser de daxwaza lêkolîneke bilez kir
.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê derbarê mirina ciwanekî Kurd di zindaneke Rêveberiya Xweser de daxuyaniyek belav kir û daxwaza lêkolîn û lêpirsîneke bilez derbarê bûyerê de kir.
Di daxuyaniyê de, Amerîkayê “dilgiraniya xwe ya kûr” li hember mirina Emîn Îsa welatiyê 35 salî yê Kurd di zindaneke Rêveberiya Xweser de nîşan daye û daxwaza lêkolîneke bilez û zelal derbarê bûyera mirina wî kesî de kiriye.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê herwiha ragihandiye, pêwîst e lêpirsîn bi her kesî re bê kirin, ku îsbat bibe berpirsyariya wî di destdirêjî yan reftara xirab a li gel girtiyan de heye.
Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê wiha ye: “Dewletên Yekbûyî hest bi dilgiraniyeke mezin dike ji ber raporên derbarê mirina Emîn Îsa Elî de ku li cem Hêzên Sûriya Demokratîk girtî bûye. Em banga lêpirsînek bilez û zelal dikin. Divê lêpirsîn bi her kesî re bê kirin eger berpirsyariya wî di destdirêjî yan serederiya xirab li gel girtiyan de bê îsbatkirin.”
Emîn Îsa Elî roja 28ê Hezîranê di zindana Xiwêran a Hesekê de canê xwe ji dest daye, malbata wî dibêje, Emîn di jêr “îşkenceyê” de hatiye kuştin û wêneyên laşê wî li ser torên civakî belav kirine ku şopên îşkenceyê li ser tên dîtin.
Lê Rêveberiya Xweser vê yekê red dike û dibêje, ew xort bi “celteya mejî” miriye û tekez dike, wêne û dîmenên cenaze ku hatine belavkirin, bi Fotoşopê hatine amadekirin.
Emîn Îsa Elî ji gundê Bîrikê yê Dirbêsiyê û 35 salî bû, zewicî bû û 2 zarokên wî hene.
Malbata Emîn Îsa daxwaz ji Rêveberiya Xweser û herwiha rêxistinên navdewletî kiriye, ku derbarê bûyerê de lêkolîneke bê alî bê destpêkirin. Malbatê herwiha ragihandiye, ew amade ne ji bo vekirina tirbê û keşfa termê Emîn Îsa bi amadebûna ragihandinê û komîteyeke pizîşkên bêalî.
Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser têkildarî mirina Emîn Îsa de pêr 29ê Hezîranê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Di encamên lêkolînkirina cenaze de diyar bû ku şopên tundî û îşkenceyê lê tunene. Li gorî raporên bijîşkan, sedema wefata wî krîza mejî ye ku encama aloziyeka rehan de derket.”
Wê saziya Rêveberiya Xweser destnîşan kiriye, “Armanc ji van îdiyan belavkirina fitneyên û reşkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye” û tekez kiriye, “Heger gumanên malbatê li ser rewşa wefatê hebe, em dikarin komîteyeke lêpirsînê ava bikin da ku sedema wefatê lêkolîn bike.”
Li aliyeke din Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bûyera mirina Emîn Îsa weke “kiryareke tawankarî” bi nav kirine û daxwaza lêkolîneke bilez a bê alî derbarê bûyerê de kirine.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin