Amerîkayê derbarê Heşdî Şabî hişyarî da Bexdayê

Amerîkayê derbarê Heşdî Şabî hişyarî da Bexdayê

.

A+A-

Çavkaniyekê ji hikûmeta Iraqê aşkere kiriye wan Amerîka derbarê Heşdî Şabî de agahdar kiriye. Eger ew bi xwe nikarin milîsên Heşdî Şabî kontrol bikin divê Amerîka bi xwe wî karî bike. Pisporekî serbazî yên Iraqê jî dibêje heger milîsên Heşdî Şabî nayên kontrolkirin wê li dijî hikûmetê darbeya eskerî pêk were.

Ligor nûçeyeka Russia Today di nûçeyekê de ragihandiye, Balyozxaneya Amerîkayê ya Iraqê nameyek ji hikûmeta Iraqê re şandiye û tê de nîgeraniya xwe beramber hegeomiya Heşdî Şabî li Bexdayê û Heşdî Şabî ya kontrolkirina herêma kesk derbiriye.

Herwiha ligor nûçeya wê malperê di wê peyamê de hatiye gotin; heger Iraqê kontrola rewşê neke û milîsên Heşdî Şabî nexe bin kontrola xwe Amerîka bi xwe serederiyê bi wan re dike.

Pisporê serbazî Dr. Hawar Nêrweyî ji BasNewsê re axiviye û aşkere kiriye Heşdî Şebî bi hêza xwe dest daniye ser navenda siyasî ya hikûmetê Iraqê. Heger hikûmet daxwazên Heşdî Şabî neyine cî tê çaverêkirin ku darbeya leşkeri beramber hikûmeta Iraqê were kirin.

Herwiha Di berdewamiyê jî de Nêrweyî dibêje dema Heşdî Şabî li parlementoya Iraqê fermiyet wergirt wê demê dihat pêşbînîkirin ku şer di navbera Heşdî Şabî û artêşa Iraqê de derkeve û destê hikûmetê beramber Heşdî Şabî hatiye girêdan.

Dr. Hawar Nêrweyî di berdewamiyê jî de dibêje Iraqê di bin metirsiyeke mezin a milîsên Heşdî Şabî deye û hemû biryarên siyasî jî li Iraqê di bin tesîra Heşdî Şabî de tên stendin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin