Amerîka: PKK rêgir e li ber cîbicîkirina rêkeftina Şengalê

Amerîka: PKK rêgir e li ber cîbicîkirina rêkeftina Şengalê

.

A+A-

 Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê (Pentagon) di raporteke ji bo Kongresa xwe de, qala pêwendiyên PKK û milîsên ser bi Îranê li Şengalê dike û diyar dike; PKK rêgir e li ber cîbicîkirina rêkeftina Şengalê, ku çareseriya herî baş e ji bo bidawîanîna kêşeyan û asayîkirina rewşa deverê. Herwiha eşkere dike, PKK nahêle rêxistinên Neteweyên Yekbûyî biçin nav Kampa Mexmûrê ji bo gihandina alîkariyan ji bo xelkê.

Pentagon di raporta xwe ya salane de, hûrgiliyên pêwendiyên navbera PKK û milîsên Şîe yên ser bi Îranê yên li Iraqê bi giştî û  Şengalê bi taybetî eşkere kirine.

Di raportê de nirxandina UNAMI li ser rewşa Şengalê û sedema nevegera xelkê aware yê Şengalê ji bo ser cih û warê xwe hatiye pêşkêşkirin û tê gotin: “Hebûna PKKê li nav Şengalê sedema bombebaranên berdewam ên Tirkiye û têkbirina zêdetir a ewlehiya navçeyê ye.”

UNAMI destnîşan kiriye: “Tevî hebûna hejmareke mezin awareyên xelkê Şengalê li Kampa Mexmûrê, hebûna PKK rêgir e li wê derê UNHCR alîkariyan bigihîne xelkê.”

Pentagonê daye zanîn: “Ji bilî PKK û YPG, çend komên din ên milîsan li nav Şengalê hene. YPG ji Sûriyê çekdar tîne nav Şengalê û Hikûmeta Herêmê ji vî karê neyasayî nîgeran e û daxwaza çareseriyê dike.”

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê di raporta xwe de bo Kongresê, piştevaniya rêkeftina Şengalê dike û wê rêkeftinê ji bo asayîkirina rewşa deverê çareseriya herî baş bi nav dike.

Herwiha bi belgeyan ji Kongresê re eşkere kiriye ku di navbera PKK û milîsên Şîe yên ser bi Îranê, li Şengal û derdora wê pêwendiyeke bihêz heye, bi awayekî ku milîsên Şîe xwe kirine mertaleke siyasî û endamên YPGê di bin navê xwe de veşartine, bi vê yekê jî binpêkirina wan li hember rêkeftina Şengalê berdewam in. Hinek caran jî Îran ji bo rûbirûbûna hejmûna Tirkiyê li deverê, fermana êrîşkirina ser Tirkiyê dide û çend caran jî milîsên ser bi Îranê êrîş kirine ser binkeyên serbazî yên Tirkiyê û mûşekbaran kirine.

Vê yekê Tirkiye nîgeran kiriye û Tirkiye berdewam e di bombebaranên xwe de yên ku ji ber bombebaranên wê, bi sedan gund vala bûne û bi hezaran nişteciyên gundên Herêma Kurdistanê jî aware bûne, bi taybetî li deverên sînorî.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin