Amerîka: Me li Bexdayê fermandarekî Hizbulahê kuşt

Amerîka: Me li Bexdayê fermandarekî Hizbulahê kuşt

,

A+A-

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan êrişa li Bexdayê encam daye û di vê êrişê fermandarekî Hizbulahê hatiye kuştin.

Şeva borî li Bexdaya paytexta Îraqê di êrişeke dronî de 3 kes hatin kuştin.

Li gor zanyariyan otomobîlek hatiye bombebarankirin û sê fermandarên Hizbulahê hatine kuştin.

CENTCOMê li ser vê êrişê daxuyaniyek da û destnîşan kir, wan Hizbulah kiriye armanc ku ji êrişên li ser hêzên Amerîkayê berpirsyar e.

“Fermandarekî Hizbulahê hat kuştin”

CENTCOMê berpirsiyariya êrişê qebûl kir û da zanîn:

“Şeva 7ê Sibatê saet 21:30î fermandarekî Hizbulahê hat kuştin ku rasterast ji plankirina êrişên li ser hêzên me berpirsyar bû û herwiha beşdarî wan êrişan bûye.

Heta niha tu nîşaneyên ku zerer gihiştibe sivîlan nînin.”

 CENTCOMê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar ku ew dê bersivê bidin êrişan û pê de çû:

“Amerîka dê ji bo parastina gelê me bi berdewamî gavên pêwîst biavêje.

Em dê dudilî nebin ji bo hesabpirsîna ji wan kesên ku gêfê li ewlehiya hêzên me dixwin.”

Li aliyê din, li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz dane kesên hatine kuştin ev in:

- Ebûbaqir Saidî, Berpirsê Mûşekan ê Hizbulahê û Berpirsê Operasyonan ê Sûriyeyê bûye

- Erkan Elyawî, Berpirsê Îstxibaratê yê Hizbulahê bûye

Helkewt Ezîz bêyî navê wî bide da zanîn, kesên sêyem ê ku hatiye kuştin jî Berpirsê Karên Derve yê Hizbulahê bûye.

Çi bûbû?

7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiribû ku niha li navenda Xezeyê didome.

Li gorî Pentagonê, grûpên nêzîkî Îranê yên ku navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li xwe dikin, ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve herî kêm 170 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyên Berxwedana Îslamî ya Îraqê, ev grûp êrişên xwe bi armanca “tolhildana Xezeyê” encam didin.

Amerîka jî hinek caran bersîvê dide van êrişan û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê dike hedef.

28ê Kanûna Paşîn a 2024an jî li Urdunê di êrişeke bi dronan de sê leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û 41 leşkerên wê jî birîndar bûbûn.

Amerîkayê jî wekî bersivdayînekê 2yê vê mehê êrişî grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê kiribû.

Çavkaniyên xwecihî wê demê ragihandibû ku di van êrişên Amerîkayê de tenê li Sûriyeyê 23 çekdarên alîgirên Îranê hatine kuştin.

Îraqê jî dabû zanîn ku 16 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin