Amerîka ji êrîşa li ser Herêma Kurdistanê dilgiran e

Amerîka ji êrîşa li ser Herêma Kurdistanê dilgiran e

.

A+A-

Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka ji êrîşa şeva borî ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dilgiran e.

 Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka ji êrîşa şeva borî ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dilgiran e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price li ser twîtterê wiha nivîsî: "Êrîşên li ser Herêma Kurdistana Iraqê em dilgiran kirin."

Price got jî: "Gelê Iraqê ji mêj ve ji ber zordarî û binpêkirinên serweriya xwe yên bi vî rengî êş kişandiye."

Şeva borî 14.4.2021an careke din Firokxaneya Navdewletê ya Hewlêrê rastî êrîşekê hat. Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, êrîş bi riya drone TNT li ser binkeya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li firokxaneyê hatiye kirin.

Wezareta Navxwe diyar kir jî, di erîşê de ti ziyanên canî nebûne û tenê ziyanên madî gihîştiye avahiyekê û lêkolîn ji bo diyarkirina jêder û cihê jê ve êrîş hatiye kirin berdewam e.
K24


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin