Amerîka: Em tekeziyê li ser Diyaloga Kurdî-Kurdî dikin

Amerîka: Em tekeziyê li ser Diyaloga Kurdî-Kurdî dikin

.

A+A-

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood ragihand ku welatî wî tekeziyê li ser diyaloga Kurdî-Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê dike.

Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihandibû ku “li ser daxwaza aliyê Amerîkî”, serokatiya ENKSê roja 7ê Îlonê ligel Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood û hin berpirsên dosyeya Sûriyê civiyaye.

Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê li ser hesabê xwe yê twitterê ev civîn piştrast kir û ragihand ku ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî axaftin ligel ENKS û Partiya Yekîtiyên Niştimanî ya Kurd (PYNK) bûye.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê dibêje: “Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood, ligel serkirdayetiya ENKS û PYNKê axivî da ku tekeziyê li ser piştgiriya Amerîka bo diyaloga Kurdî-Kurdî bike.”

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê herwiha dibêje “Joey Hood, daxwaz li hemû aliyan kir, ku yekser di dirustkirina çareseriya hevbeş de beşdar bin, ji bo wan kêşeyên ku rûbirûyî xelkên Bakurê Rojhilatê Sûriyê dibin”

Desteya Serokatiya ENKSê li gel Joey Hood, û hin berpirsên dosyeya Sûriyê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de  bi rêya online  civiyabû.

Li gor daxuyaniyê ENKSê, Hood di vê civînê de soz daye ku “kar bikin ji bo çareserkirina astengiyên li pêş danûstandinên aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û binpêkirinên ku li dijî Encûmenê tên kirin.”

Zêdetirî salekê ye, bi destpêşxeriya Amerîkayê, danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di navbera ENKS û PYNK de destpê kirine, lê ew demek e ku danûstandinên anavbera herdu aliyan rawestiyane.

Di gera yekem de, herdu alî di 16ê Hezîranê de gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û hevtêgihiştinên seretayî û roja 17 Hezîrana 2020 li Hesekê, di daxuyaniyeke hevbeş de rêkeftina xwe ragihandin.

Herdu aliyan di gera yekem de li hev kirin, ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe bingeha sereke ya danûstandinên navbera wan ên derbarê desthilat, rêveberî, parastin û berevaniyê de.

Piştre di 2ê Tebaxa 2020an de qonaxa duyem a danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû û piştî çend mehan ENKS û PYNK li ser Lêvegereke Siyasî û mijarên îdarî û rêveberiyê lihev kiribûn, lê naverok û hûrgiliyên wê nahetibû aşkerekirin.

Danûstandinên herdu aliyan di qonaxa sêyem de hatine rawestandin û di wan demên dawî de, di navbera ENKS û partiyên ser bi Rêveberiya Xweser de alozî zêdetir bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin