Amerîka dest bi bicîhanîna rêkeftina li gel Talîbanê dike

Amerîka dest bi bicîhanîna rêkeftina li gel Talîbanê dike

Amerîka dest bi bicîhanîna rêkeftina li gel Tevgera Talîban a Afganîstanê dike û leşkerên xwe ji wî welatî dikşîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Artêşa Amerîkayê ragehand, roja 09.03.2020ê dest bi proseya vekêşandina 8.600 leşkeran kirîye û prose jî dê 135 rojan berdewam be.

Fermandarê leşkerî yê artêşa Amerîkayê Sonny Leggett bi beyanameyekî ragehand, beşek ji leşkerên Amerîkayê bi hemû çek û pêdivîyên xwe ve bo şerê dijî rêxistinên terorîstî yên El – Qaîde û DAIŞê li Afganîstanê dê bimînin.

Roja 29.02.2020ê nûnerên Talîban û Amerîkayê li Doha ya paytexta Qeterê rêkeftina ragirtina şer îmza kirin.

Li gor wê rêkeftinê Amerîka û hêzên hevpeyman di heyama 135 rojan de 8.600 leşkeran dê ji Afganîstanê vekêşin.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin