
Amerîka binkeyekî leşkerî yê din li Rojavayê Kurdistanê ava dike
.
A+A-
Artêşa Amerîkayê binkeyekî din ê leşkerî li bajarê Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê ava dike.
Îro 17.02.2021ê ajansa nûçeyan a Sana ya ser bi rejîma Sûriyê ragehand, artêşa Amerîkayê binkeyekî leşkerî yê din li navçeya Malikiye ya ser bi Dêrîk a Rojava ya Kurdistanê û ser bi parêzgeha Hesekê ava kiriye.
Ew binkeyê leşkerî yê nû yê artêşa Amerîkayê dikeve sêkuça navbera sînorê herêma Kurdistan, bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê.
Li gor ajansa nûçeyan a Sana ragehandiye mehat borî jî artêşa Amerîkayê binkeyekî leşkerî li navçeya Tel Elo ya navçeya Yeirubiye ya Hesekê ava kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin