Amerîka artêşeke robotan ava dike

Amerîka artêşeke robotan ava dike

.

A+A-

Kompanyayeke Amerîkî roboteka nû ya mîna mirovan (humanoid) pêş dixe ku dê li eniyên pêş ên şer erkên herî metirsîdar bigire ser xwe

Li gorî raporteke rojnameya Independent a Amerîkayê, kompanyaya bi navê "Foundation" dest bi berhemanîna robotên şervan kiriye. Ev robot ku bihayê her yekî ji wan 150 hezar dolar e, hatiye dîzaynkirin da ku di operasyonên herî dijwar de wekî "pêşeng" were bikaranîn.

Taybetmendiyên robotê şervan

Ev robot ne tenê amûreke asayî ye, lê belê xwedî taybetmendiyên ku karibin di qada şer de alîkariya serbazan bikin:

- Dikare heman tivingên ku serbaz bikar tînin hilgire û bikar bîne.

- Di saetekê de 6.5 kîlometre diçe û dikare zêdetirî 20 kîlogram kelûpelên leşkerî hilgire.

- Paqijkirina avahiyan û kontrolkirina odeyan berî ku serbazên mirovî bikevin hundir.

Kompanyaya Foundation bi nirxê 24 milyon dolarî bi artêş, hêzên deryayî û asmanî yên Amerîkayê re peyman îmze kiriye. Li gorî planê, îsal 50 robot werin çêkirin, lê di sala 2027an de ev hejmar dê derkeve 10 hezarî û heta dawiya sala 2027an jî armanc ew e ku 50 hezar robotên şervan tevlî artêşê bibin.

Biryara kuştinê di destê kê de ye?

Mijara herî zêde tê nîqaşkirin ew e ku ev robot bi serê xwe biryara kuştinê didin yan na? Kompanya û rayedarên leşkerî tekez dikin ku robot bi serê xwe biryarê nadin. Li gorî protokolên leşkerî, divê di her êrîşekê de, biryara dawî ji aliyê "mirovekî" ve were dayîn. Robot tenê wekî mertal û amûreke parastinê ya pêşeng tê bikaranîn.

Stratejiya nû: Parastina jiyana mirov

Zêdetirî 10 sal berê, generalekî Amerîkî pêşbînî kiribû ku heta sala 2030î dê robot bibin çaryeka (25%) hêzên şervan. Ev projeya nû nîşan dide ku artêşa Amerîkayê stratejiya xwe diguherîne; bi xistina 150 hezar dolarî di bin metirsiyê de, dixwazin pêşî li mirina serbazan bigirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin