Amed- Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin

Amed- Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin

.

A+A-

Koordînasyona Pandemiyê ya Rêxistinên Sivîl a Amedê, diyar kir ku nîqaşên der barê gumanên têkildarî derziya Kovîd-19'ê dezenformasyon in û gelê herêmê vexwendin derzîbûnê. 

Li Amedê, ji ber gumanên der barê derzîbûna Kovîd-19'ê de Koordînasyona Pandemiyê ya Rêxistinên Sivîl a Amedê, li ber Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê daxuyanî dan. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan daxuyaniyê. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. daxuyaniya bi tirkî ji aliyê Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran ve hat dayîn û daxuyaniya bi kurdî jî ji aliyê Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şiyar Guldîken ve hat dayîn. 

'ARMACA DERZÎKIRINÊ KÊMKIRINA ŞEWBÊ YE'

Hevserok Şiyar Guldîken, diyar kir ku di warê tiba îroyîn de derzî pratîkên herî ewle û bibandor in û wiha got: "Di pratîka derziyê de di navbera heq û azadiyên kesan û tenduristiya gelemperî de nakokî tune ye, ev her du li hev dikin. Tê zanîn ku di têkoşîna li dijî şewbê de teknîka derzîkirinê ligel karantîna û îzolasyonê yek ji rêbazên bingehîn e. Li welatê me jî armanc ew e ku têgerîna şewbê bê kêmkirin û hejmara nexweşan dakeve asteke ku bê zanîn. Lê ev teknîkên navborî, di warê kêmkirina hejmara nexweşan de qismen xwedî tesîr be jî weke çareseriyeke misoger nayê dîtin."

RÊJEYA DERZÎKIRINA LI HERÊMÊ

Gûldîken, destnîşan kir ku li Amedê û bajarên derdora rêjeya derzîkirinê li gorî deverên din ên welat kêm e û derbarê mijarê de ev tişt got: "Li herêma me li hemberî derziyê dudiliyek heye, divê ev neyê înkarkirin, ji bo ku ev dudilî ji holê rabe divê xebat bêne zêdekirin. Heke proses bi awayeke şefaf bê birêvebirin û rêxistinên kedê/meslekî jî tevlî biryaran bêne kirin, dê pêneewlehiya civakê ya li hemberî derziyê ji holê rake. Xurafeyên ku bi awayeke berbelav têne qalkirin bi temamî dezenformasyon in, xwe naspêrin ti xebatên zanistî. Yên ku dibêjin 'Kovîd-19 nexweşiyeke xeter nîne, bêyî derzîkirinê jî bi rehetî derbas dibe û naxwazin ti dermaneke kîmyewî bi kar bînin’ şaşiyeke mezin dikin."

 BANGA DERZÎKIRINÊ

Di dawiya axaftina xw ede Guldîken, da zanîn ku bi zêdekirina rêjeya derziyê dê karibin hezkiriyên xwe û civaka xwe biparêzin û ev bang kirin: "Em dikarin li her derê vebêjin ku rexneyên li dijî derziyê ji esasên zanistî dûr in, bi temamî gotegot in, em dikarin hemû nasên xwe yên ku derzî nebûne di warê tesîr û ewlehiya derziyê de qanih bikin û ji pandemiya Kovîd-19'ê xilas bikin. Em bang li her kesî dikin ku aşî bibin û girîngiya aşiyê vebêjin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin