Amadekariyên serdana Papa ji Serokê Herêma Kurdistanê re hat pêşkêşkirin

Amadekariyên serdana Papa ji Serokê Herêma Kurdistanê re hat pêşkêşkirin

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro sêşemê 2ê Adara 2021ê pêşwaziya Nizar El Xeyrulla, Birîkarê Pêşketiyê Wezareta Derveya Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro sêşemê 2yê Adara 2021ê pêşwaziya Nizar El Xeyrulla, Birîkarê Pêşketiyê Wezareta Derveya Iraqê û Serokê Lîjneya Bilind a Amadekariyên serdana cenabê Papa ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de Nizar El Xeyrulla bi kurtî derbarê amadekariyan û bernameya serdanê de pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û xweşhaliya xwe bi hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên Hikûmeta Federaliya Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û dûpat kir ku hemû rêkar û rênimayên wekî çawa ligel aliyên Vatîkanê planê ji bo wê danîne, li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine amadekirin û her du alî di hemahengî û peywendiyên berdewam de ne.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Papayê Pîroz ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi dîrokî da zanîn ku dengvedanekî cîhanî dibe, her wiha pesn û destxweşiyê pêşkêşî rêzdar û hevkarî û hemahengiya her du tîmên amadekarên serdanê li Hewlêr û Bexdayê kir.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand li ser peyam û girîngiya serdana Papayê Pîroz ya Iraq û Herêma Kurdistanê ku dergehekî berfirehê cîhanî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê vedike û cihê xweşhaliya hemû pêkhatan e, derfetek e jî ji bo kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina di navbera hemû pêkhatan de.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin