Amadekariyên partiyên Kurdistanî bo hilbijartinên li navçeyên nakok

Amadekariyên partiyên Kurdistanî bo hilbijartinên li navçeyên nakok

.

A+A-

Tenê hevpeymaniyek di navbera partiyên siyasî yên Kurdiustanê de ji bo hilbijartiên pêşwext ên Iraqê hatiye pêkanîn, ku hevpeymaniya di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê de ye.

Rêveberê Peymangeha Kurdî bo Hilbijartinê dibêje, sîstema hilbijartinê ne paldere daku partî hevpeymaniyê pêk bînin.

Aram Cemal, Rêveberê Peymangeha Kurdî bo Hilbijartinê ji Rûdawê re ragihand, sîstema hilbijartinê bi awayekî bo pêkanîna hevpeymaniyê bandora wê zêde nîne, jiber cara dawî ya hilbijartinê her berbijêrek ji aliyê dengder ve yekalî dibe.

YNK û Goran hevpeymaniya xwe bi navê (Hevpeymaniya Kurdistan) ava kirine û ragihandine, armanca wan jî ev e ku li navçeyên cihên nakokiyê hijmareke zêde ya deng û kursiyan bidest bixin.

PDK, Nifşê Nû (Newey Niwê), Sosyalîst û Zehmetkêşan li sînorê navçeyên nakok bi awayekê serbixwe beşdariyê di hilbijartinan de dikin.

Kawe Ebdullah, Kargêrê Dezgeha Hilbijartinê ya PDKê: “Niha derfeta hevpeymaniyê di nava komîsyonê de nemaye, lê sedema hemahengiya li gel hev, beşdariya bicoş a dengderên me di hilbijartinan de ye. Li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne giring e ku kîjan alî kursiyan bidestdixe, bi baweriya min, a giring ev e ku em deng û giranî û kursiyên xwe biparêzin.”

Ji tevahiya 329 kursiyên parlemantoya Iraqê, 69 kursî li parêzgehên Kerkûk, Neynewa, Diyale, Selahedînê ne. Li wan parêzgehan, 1 hezar û 32 berbijêr di 18 bazneyên hilbijartinê de hevrikiyê dikin.

Li parêzgeha Kerkûkê 147 berbijêrên tak û hizb û hevpeymanî hevrikiyê li ser 12 kursiyên parlemantoyê dikin, ku 2 kursî yên kotaya pêkhateya Krîstiyan e, û parêzgeh bûye 3 bazneyên hilbijartinê.

Neynewa xwedî 31 kursiyên hilbijartinê ye û bi ser 8 bazneyan de hatiye dabeşkirin, 478 berbijêr hevrikiyê li ser wan kursiyan dikin.

Diyale 14 kursiyên wê li ser 4 bazneyan hatine dabeşkirin û 191 berbijêr ji bo bidestxistina wan kursiyan hevrikiyê li gel hev dikin.

Selahedîn jî 12 kursiyên wê hene, parêzgeh li ser 3 bazneyan hatine dabeşkirin û 216 berbijêr hevrikiyê dikin.

Bêkes Qadir, endamê serkirdayetaiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê jî ji Rûdawê re diyar kir: “Derfet bo wê yekê maye, ku rêkeftineke hilbijartinê hebe di navbera aliyên siyasî de bo wan navçeyan, em vê rêkeftinê jî pêwîst dibînin li ser çend berbijêran. Ew berbijêrên ku bibin berbijêrê tevahiya aliyên siyasî bo wan navçeyan, çimku em wiha bawerin ku ew navçe niha di jêr gef û metirsiya bierebkirineke nû de ne. Pêwîstiya me bi yekxistina gotara siyasî heye, lewma niha jî em tekezî li ser yekrêziyê dikin di navbera aliyên siyasî de li wan navçeyan.”

Niha ji tevahiya 329 kursiyên parlemantoya Iraqê, Kurd bi 3 kursiyan kotayê, xwedî 62 parlemanteran e. Di wê hilbijartina nû de, Iraq bi ser 83 bazneyan de hatiye dabeşkirin, ku di hilbijartinên berê de 18 bazne bûn.

Biryare roja 10 Cotmehsa îsal, hilbijartinên pêşwext li Iraqê bên lidarxistin, nêzîkî 25 milyon kesan jî mafê wan ê dengdanê. Ji bo hilbijartinan 3 hezar û 523 kes bûne berbijêr ku ji sedî 27,3 ji wan jin in.

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin