Alparslan Kuytul hat desteserkirin

Alparslan Kuytul hat desteserkirin

.

A+A-

Li Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê dema ku dilxwazên Weqfa Furqanê li hinek mizgeftan nimêja Îtîkafê dikirin, ji ber ku tedbîrên koronayê binpêkirine, polîsan bi gaza îsotê mudaxale kir. Piştre jî Damezrêner û serokê berê yê Weqfa Perwerde û Xizmeta Furqanê Alparslan Kuytul li Edenê hat desteserkirin.

Dilxwazên Weqfa Furqanê li ser meyda civakî mudaxaleya di mizgeftan de ya bi gaza îsotê şermezar kirin, li ser vê yekê endamên weqfê hatin desteserkirin.

Alparslan Kuytul jî îro serê sibê hat desteserkrin. Li ser hesabê Kuytul yê Twitterê hat parvekirin ku Alparslan Kuytul bi kurê xwe yê 14 salî re hat desteserkirin.

Di parvekirina li ser hesabê Kuytul wiha gibêje “Niha Alparslan Kuytul, kurê wî yê 14 salî û dilxwazên Furqanê li gelek bajaran, ji ber ku di mizgeftan de nimêj kirine, bi operasyonek hevdem  hatin desteserkirin.”

Hevjîna Kutyul Semra Kuytul jî li ser Twitterê got "piştî sergitina li ser mizgeftan, hevalên ku hatin ber dermê min, polîs bi îşkence wan desteser kir. Me tevî dît, tomarkir, Em ê parvekin.”

Li Dîlokê endamên Weqfa Furqanê di mizgeftan de rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di bûyerên ku polîs û pasevan di hindirê mizgeftê de gaza îsotê bikar anîn zêdeyî 50 kes bi lêxistin hatin desteserkirin. Kuytul jî li Edenê dest bi “nimêja Îtîkafê” kiribû

Alparslan Kuytul berê jî ji ber ku hikûmetê bi tund rexne kiribû hatibû rojevê û demek dirêj girtî mabû paşê sala borî serbest hat berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin