Almanya sînorên xwe bo çend welatan digire

Almanya sînorên xwe bo çend welatan digire

.

A+A-

Almanya ji bo bergiriya cureya nû ya vîrusa Korona, sînorên xwe li rêwîyên ji welatên ku vîrus lê belav bûye, digire.

Li gor fermana Wezareta Navxweyî ya Almanya, kompaniyên gemî, otobus, tren û balafiran, heta 17ê Sibatê, ji welatên bi cureya nû ya vîrusa Korona, rêwiyan naynin.

Qedexe dê heta roja Şemiyê bo rêwiyên ji Îrlanda, Portekîz, Afrîqaya Başûr, Brezîlya destpê bike û li dû 31ê Rêbendanê jî, sînor dê li rêwiyên ji Esvatini û Lesoto ya Afrîqa werin girtin.

Herwiha, sînor dê bo hemwelatiyên Almanya, biyanên li wî welatî dijîn û karmendên tendurustiyê vekirî bin.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê diyar dikin, li Almanya 2,2 milyon kes bi vîrusa Korona ketine û 56,286 kes bi wê can dane.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin