Aliyên Kurd peyama Esad ya "sîstema nenavendî" şîrove dikin

Aliyên Kurd peyama Esad ya "sîstema nenavendî" şîrove dikin

.

A+A-

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ku di nav Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ye dibêje, daxuyaniya Beşar Esed a derbarê sîstema nenavendî de gavek bû ber bi opozisyonê ve û tiştekî nû ye. Endamekî komîta yasayî ya ENKSê jî dibêje, hikûmeta Sûriyê di helwesta xwe de ne zelale û ew jî vê gava Esed baş dibîne, lê dibêje di warê praktîkê de wê diyar bibe.

Serokê Sûriyê Beşar Esed gotibû, derfet heye ku ew ji navendiyê derbesî nenavendiyê bibin.

Mafnas, rewşenbîr, şîrovekar û siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê nêrîn û şîroveyên cuda derbarê axaftinên Serokê Sûriyê Beşar Esed yên derbarê sîstema nenavendî de tînin ziman.

Yek ji xalên balkêş di gotara Esed de, sîstema nenavendî û rêveberiyên xwecihî  bû li Sûriyê.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo li Rojavayê Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku daxuyaniya Beşar Esed gavek ber bi opozisyonê ve bû û tiştekî nû bû.

Salih Gedo got: “Bêguman ev gotinên Beşar Esed ên berî sê rojan di siyaseta rejîma Sûriyê de tişteke nû bû. Bi nêrîna me gavek bû di aliyê opozisyonê de. Divê em wek aliyê giştî yê Kurdî li ser vê axavtina Beşar Esed rawestin, divê em li ser wan gotinan danûstandinan bikin.”

Mafnasekî Kurd ê ser bi Enûmena Nişrtianî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê jî di wê baweriyê de ye ku hikûmeta Sûriyê di helwesta xwe de ne zelal e û ew jî vê gava Esed li pêş dibîne, lê nirxandina wê di warê praktîkê de dê bê diyarkirin, ji ber ku li gorî gotina wî, hikûmeta Sûriyê guhertin di nerîn û helwestên xwe de nîşan nedaye.

Endamê Ofîsa Yasayî ya ENKSê Riswan Sîdo jî got: “Ev tişta dibêjî têra nake, divê gotinên wî zelaltir bin. Divê bi zelal behsa mafê Kurdan, Suryanî û Ereban bikira. Di warê rêveberiyê de gaveke pêş e.”

Sîstema rêveberiyên xwecihî ew sîstem e ku hikûmeta Sûriyê dixwaze bê cîbicîkirin. Ji bo wê sîstemê jî, 23yê Tebaxa 2011an, Beşar Esed mersûma yasayî ya hejmar 107 derxist. Li beramber wê jî ENKSê daxwaza sîstema federalî dike, û Rêvebeirya Xweser jî dixwaze sîstema wê bibe nimûne ji bo wî welatî.

Esed: Niha derfeta nenavendiyê heye

Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed pêr serpereştiya civîna Encûmena Wezîran a welatê xwe kiribû û ragihandibû, niha derfet heye ew ji deshilata navendî derbasî deshilata nenavendî bibin.

Beşar Esed diyar kiribû ku deshilata navendî nikare karûbarên dewletê birêve bibe, lewra beriya sala 2011 yasaya birêveberiya xwecihî derxistin, lê bi sedema derketina şer u aloziyan ew yasa nehate bicîkirin.

Esed herwiha gotibû, niha derfet heye ew ji deshilata navendî derbasî deshilata nenavendî bibin û tekez kir, nenavendiya îdarî rê dide welatiyan zêdetir tevlî desthilatê bibin û hemû navçe bêne pêşxistin, bi taybet li gundewaran.

Çavkanî-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin