Agir bi daristanên Rojhilatê Kurdistanê ket

Agir bi daristanên Rojhilatê Kurdistanê ket

Bi germbûna keşûhewayê re, agirpêketina daristanên Rojhilatê Kurdistanê destpêkirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Her sal di meha dawîyê ya biharê de, agir bi daristan û mêrgên parêzgeha Loristanê dikeve, berpirsên parêzgeha Loristanê dibêjin, ku ji %70 ya agir bi sedemên mirovî ne, lê hêz û derfetên pêwist li ber destê wan tunene, ku ew rê li ber wan bigrin. 

Rejîya ku çend geştîyaran li pey xwe hiştîye bûye sedem ku agir bi daristanên Îlamê bikeve. 

Xemsarîyek ku bûye sedem 2 hektarên daristanên Îlamê bişewite, %87 ya rûberê parêzgeha Îlamê daristan û mêrg in. Ji wê yekê 640 hezar hêktar daristan in, lê ew ne bi wê wateyê ye ku dê hertim ew daristan bimînin, şewat gefa herî mezin a ser wan daristana ye. 

Berpirsê Tora Rêkxistina Jîngeparêzên Parêzgeha Sine Hamiz Esrarî dibêje gelek caran kesên diçin seyrangehan dibin sedema derketina agir.

Her sal di dawîya biharê de dema ku gîya hişk dibe agir bi daristanan dikeve bi taybetî daristanên Zagrosê, heta ku dibe demsala payîzê rojane dûmana agir ji wan daristanan bilind dibe û ev çend sal in ku bûyerên şewatê zêde bûne

Rêveberê giştî yê çavkanîyên xwezayî yên parêzgeha Loristanê dibêje %70 ya wan agiran ji ber sedemên mirovî ne, lê ew nikarin rê li ber wan agiran bigrin. 

Li gorî gotina Şêrzad Necefî ji ber nebûna hêza mirovî ya pêwîst ew nikarin çavdêrîya bêhtir ji 2 milyon û 100 hezar hêktarên daristanan bikin û wan biparêzin.

Li gorî destûra Îranê zîyangihandin bi xweza û jîngehê tawan e. Dozgerê giştî yê Loristanê dibêje, her kese ku bi enqest agir berde daristanan dê 10 salan bê cezakirin, lê eger kesek bê mebest bibe sedema derketina agir dê salekê bê girtin, ev yasa demeke li Îranê heye, lê heta niha nekarîye rê li ber zîyangihandina bi jîngehê bigre.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin