Agir bi avahiya HDPê ya Îzmîrê xistin,  xebatkara partiyê hat kuştin

Agir bi avahiya HDPê ya Îzmîrê xistin, xebatkara partiyê hat kuştin

.

A+A-

Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê xist, li avahiyê xebatkara  HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir. 

Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê xist, wezîfedarek HDP'ê dîl girt û ew qetil kir. 

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepni jî diyar kir ku kesa hatiye qetilkirin navê wê Denîz e. 

Hat zanîn ku kesa hatiye kuştin Denîz Poyraz e û li avahiya HDP'ê xebatkar bûye û bi karê xwarin û paqijiyê re eleqadar e û temenê wê derdora 40 salî ye. 

Êrişkarê çarkdar xebatkara partiyê qetil kir û pişt re jî xwest agir bi avahiyê bixe.

Piştî bûyer hat bihîstin rêveberên HDP’ê û endamên partiyê herikîn ber avahiya HDP’ê ya li Navçeya Konakê. 

Polîs hatin cihê bûyerê û çûn hundirê avahiyê û êrişkar binçav kirin. Êrişkar di bin tevdîrên ewlehiyê de derxistin derve û li maşîneya polîsan siwar kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Di kêliya ku polîsan êrişkar ji hundirê derxistin, hat dîtin ku polîsan êrişkar kelemçe nekiriye. 

Hat zanîn ku navê êrişkar O.G. ye.

WALÎTIYA ÎZMÎRÊ DAXUYANÎ DA 

Walîtiya Îzmîrê têkildarî êrişê daxuyanî da û wiha got: “Îro saet di 11.05’an de li bajarê me kesê bi navê O.G. ku xebatkarê tenduristiyê bûye û ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye, çûye avahiya HDP’ê û xebatkara partiyê D.P. bi demanceyê kuştiye. Kesê gumanbar hatiye girtin û bûyer bi her awayî tê lêkolînkirin.” 

Piştî ku êrişkar birin Miduriyeta Polîsan, li derdora avahiya HDP'ê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin. Dozgerê Komarê ku ji bo bûyerê hat wezîfedarkirin jî hat avahiya HDP'ê. 

MALBAT HAT BER AVAHIYA PARTIYÊ 

Her kêliya ku diçe girseya li ber avahiya HDP'ê zêde dibe. Malbata Denîz Poyraz jî hat ber avahiya HDP'ê û malbatê xwest derbasî hundirê avahiyê bibe lê polîsan destûr neda. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin