Adil Ebdulmehdî: Rewşa Kurdistanê cudaye

Adil Ebdulmehdî: Rewşa Kurdistanê cudaye

Ebdûlmehdî destnîşanî bi rewşa Kurdistanê jî kir û da zanîn di nava van girjîyan de rewşa Herêma Kurdistanê cudaye.

A+A-

 Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî derbarê rewşa niha ya Iraqê û girjîyên li deverê duristbûnê piştî kuştina Qasim Siêmanî û Ebû Mehdî Muhendis û biryara Perlemantoya Iraqê bo derkirina hêzn bîyanî ji nav axa Iraqê tekez dike: Çareserî niha ya rewşa Iraqê tenê vekişîna hêzên bîyanî ne ji axa Iraqê.

Ebdûlmehdî destnîşanî bi rewşa Kurdistanê jî kir û da zanîn di nava van girjîyan de rewşa Herêma Kurdistanê cudaye.

Di civîna îro ya kabîneya Hikûmeta Iraqê da Ebdulmehdî derbarê rewşa Iraqê û girjîyên durist bûne got: “Çareserkirina rewşa niha ya Îraqê tenê derkevtina hêzên bîyanî ye.

Ebdulmehdî daxwaz ji alîyan jî kir, pêwîste tevaya alîyan li ser derxistina hêzên bîyanî ji nav axa Iraqê  hev deng bin. Ebdulmehdî da zanîn jî derbarê vekişandina hêzên bîyanî fişar li ser tevaya alîyan hebû.

Derbarê nameya ku şeva burî di medyayan de hate belavkirin, ku sûpayê Amerîkayê bi hikumeta Iraqê re ragihand. Nameya Wezareta Berevanîya Amerîkayê (PENTAGON) rast bû.

Serok wezîrên Îraqê bi aşkera amaje bi wê yekê da, di van girjîyên de ku niha li Iraqê hene, rewşa devera Kurdistanê ji deverên din cudaye.

 

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin