Adil Ebdulmehdî: Êrîşa Amerîkayê destdirêjî ye û nayê qebûlkirin

Adil Ebdulmehdî: Êrîşa Amerîkayê destdirêjî ye û nayê qebûlkirin

Serokwezîrê Karbirêkerê Iraqê, Adil Ebdulmehdî êrîşên Amerîkayê bo ser baregehên Heşda Şeibî li Iraqê wek destdirêjî bi nav kir û ragihand, ku ew yek nayê qebûlkirin. Ebdulmehdî herwiha dibêje: “Êrîşa Amerîkayê dê bibe sedema encamên metirsîdar.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Adil Ebdulmehdî di civîna doh (30.12.2019)  ya Civata Wezîran de amaje bi êrîşên Amerîkayê bo ser Katayibên Hizbullaha Iraqê li Iraqê û Sûrîyê kir û ragihand: “Em tekezî li ser dûrgirtina Iraqê ji cemserbendî û metirsîyên şer dikin, êrîşa Amerîkayê jî destdirêjî ye û nayê qebûlkirin.”

Piştî civîna Civata Wezîran, Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê jî civîneke awarte saz kir û têde êrîşn Amerîkayê yên bo ser grûpeke Heşda Şeibî nirxand.

Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê ragihand, “êrîşa Amerîkayê berovajî armanc û bingehên Hevpeymanîya Navdewletî ye û dibe sedem ku Iraq pêwnedîyên xwe di ber çavan re derbas bike û tekez dike, hikûmeta Iraqê êrîşê şermezar dike.

Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê herwiha da xuyakirin, “ev êrîş binpêkirina serwerîya Iraqê ye, binpêkirineke metirsîdar e bo ser bingehên karê hêzên hevpeymanan, ji wan jî hêzên Amerîkayê.”

Li gor daxuyanîyê, “hêzên Amerîkayê yek alî û bêyî razîbûna hikûmeta Iraqê operasyon pêk anîne û operasyonê jî hêzên Iraqî kirine armanc ku erkê wan parastina sînor e li dijî paşmayîyên DAIŞê, ew yek jî serwerîya Iraqê dixe metirsîyê û bê cudahî gef e li ser hemû alîyan.”

Di beşeke din a daxuyanîyê de hatîye gotin, “gefkirina li asayişa Iraqê û tevlîkirina Iraqê di nav rikeberîyan de dibe sedema bandoreke xirab û zirareke mezin ji bo hemû alîyan, piranîya kesên ku di êrîşê de jî hatine kuştin, di serkeftinên bi ser DAIŞê de rol dîtine û beşdar bûne.”

Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê tekez jî dike, “hikûmeta Iraqê hemû hewlên xwe dide ji bo ku rêgirîyê li rûdana pevçûnan û kêmkirina wan li welat û navçeyê bigire.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin