
6 hemwelatîyên Efrînê hatin revandin
Çekdarên di bin fermana artêşa Tirkîyê de kar dikin, 6 hemwelatîyên Kurd li Efrînê revandin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, çekdarên gruba Feyleq El Şam 6 hemwelatî ji gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa revandin û birin girtîgeha li gundê Îska.
Rewageha Sûrî dîyar kir, grubên çekdar bi armanca koçberkirina hemwelatîyên Kurd ji Efrînê, welatîyan direvînin û bi darê zorê bacan li ser wan disepînin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grubên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi hezaran Kurd hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin ji wan jî ne dîyar e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin