58 koçber Kurd li Yûnanê wenda ne

58 koçber Kurd li Yûnanê wenda ne

.

A+A-

58 koçberên Kurd ji aliyê keştiyeke hêzên deryayî ya  ya Yûnanê ve ber bi wî welatî ve hatine veguhestin wenda ne.

Medyaya Yûnanê ragihand ku roja Şemiyê 29 Tebaxa 2021 hêzên ewlehî yên deryayî yên Yûnanê li girava  Kythera 58 koçberên Kurd wergirtine û alîkariya wan kirine , lêbelê di derbarê cihê koçberên Kurd de ti zanyarî bi dest ve neketine.

Li gorî agahiyên di medya Yûnanê hatine belavkirin de, 58 koçberên Kurd ku piraniya wan ciwan in, derengiya şeva Şemiyê ji aliyê hêzên deryayî yên Yûnanê ve  li girava Kythera  pêşwazî li wan hate kirin û piştre bi rêya "keştiyeke Deryayî ya Yûnanê ya bi kod (LS-143) hatin veguhastin.

Dema veguhastina koçberên Kurd ji aliyê hejmareke rojnamevanên Yunanî û biyanî ve hatibû tomarkirin, lê li gor gotinên şahidhalan asayîşa Yûnanê hejmarek rojnamevan girtin û bi zorê dîmen jê birin.

Radyoya bi navê Adelin FM ku li wê herêmê weşanê dike û wêne û dîmenên koçberên Kurd belav kiriye û dibêje: "58 koçberên Kurd bi keştiya artêşa welatê me hatin veguhastin û rayedar jî tiştek zelal nekirine.” Medyaya Yûnanên diyar kir ku asayişa herêmê radyoya Adelinê sansûr kiriye û dîmen û wêne jê birin.

 

58 koçberên Kurd ku piraniya wan genc û zarok in û 43 ji wan kes bi wan re nîne, bi tena serê xwe çûne wê derê. Tîmên ewlehiyê yên Yûnanê roja Şemiyê zû çavdêrî wê deverê kirin, ku ew li benda hatina koçberên Kurd bûn. Di dawiyê de, demjimêr 23:00 koçber hatin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ew hatine parastin.

Medyaya Yûnanê  bi ti awayî behsa wan Kurdan nerkiriye ku xelkê ku derê ne û ji kîjan parçe Kurdistanê yan jî ji kijan welatî çûne wê derê hatine giravê ne kiriye.

Kythera  di navbera Yûnanê û Lîbyayê de ye û Rûberî axa wê 300 kîlometre çargoşe ye û nifûsa xwe bi qasî 4 hezar e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin