
5 kesan li Herêma Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dan
.
Li Herêma Kurdistanê amarên pêketinan û mirina bi vîrûsa Koronayê bilind dibin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 361 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 361 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 167 kes li Hewlêrê, 110 kes li Silêmaniyê, 75 kes li Duhokê, 3 kes li Helebce, 3 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Diyar kir jî, 3 kesan li Hewlêrê, kesekî li Silêmaniyê û kesekî jî Duhokê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê da zanîn, 134 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 111877 kes.
Mirin: 3551 kes.
Başbûn: 105018 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin