378 SALÎYA DUBEŞBÛNA KURDİSTANÊ: PEYMANA QESRA ŞÊRÎN*

378 SALÎYA DUBEŞBÛNA KURDİSTANÊ: PEYMANA QESRA ŞÊRÎN*

Kurd giringîyeka mezin didin vê peymanê; ew wek destpêka êş û jana kurdan a îroyîn tê nirxandin.

A+A-

 

Vê hefteyê (15-20 gulan 2017) 378 sal di ser Peymana Qesra Şêrîn re derbas dibin. Peymana ku welatê kurdan kir du beş, di 17ê gulana 1639’ê de li Deşta Zohabê ya nêzî Qesra Şêrîn a ser bi Îranê ve hat mohrkirin.1

Kurd giringîyeka mezin didin vê peymanê; ew wek destpêka êş û jana kurdan a îroyîn tê nirxandin.

Destpêka vê êşê esas berî wê bi 500 salan, bi hatin û vegirtina oxuzan a Îranê, Kurdistanê, Azerbaycanê, Ermenîstanê, Gurcistanê û Erebistanê, piştre bi pêla duyê[2] ya du sed û pêncî salan bi hatina moxolan û sed û pêncî salan pişt re bi ya sîyê[3] cardin bi hatina moxolan bû. Fermanrewatîyên seranserê welatê kurdan; Şeddadî, Rewadî, Merwanî, Eyyubî û yên din ên hûr û gir di bin dagirkerî û sulteyên wan de man, gav bi gav wenda bûn, çûn.

Piştî 400 salan ku ev hersê pêlên xezebê ji deverê vekişîyan, Qereqoyunî û Aqqoyunî li ser mîrasên wan hilhatin û berfireh bûn. Di hundurê sedsaleka din de Aqqoyunuyan zora Qereqoyunuyan bir, pişt re ew jî ji hev ketin.

Di destpêka sedsala 16-ê de (1501) Şah Îsmaîlê Safewî paytexta Aqqoyunuyan Tebrîz zeftkir û şahîtîya xwe îlan kir. Di 13-14 salan de Şah Îsmaîl ji Maveraunehrê heta bi Erzincanê, rojhilatê Sêwasê, Kurdistan, Ermenistan û Azerbaycan xist destê xwe. Hidûdê li gel Memlukîyan bû Firat, daket heta Xelîca Besrayê. Kurdistan ji Loristanê heta Dersimê, rojhilatê Sêwasê û rojavayê Erzincanê ket bin destê Safewîyan. Meletîye û rojavayê Firatê; bakurê Helebê tabiê Memlukîyan bû. Meraş û Kilîs di bin serwerîya Mîrekîya Dulqadirîyan de bûn.

Şah Îsmaîl mîrên kurdan kuştibûn, zindan kiribûn yan dabûn alî, beg û fermanrewayên ji mezhebê şîe danîbûn ser kele û bajarên kurdan, zor dida ku kurd bibin şîe.

Wê wextê Osmanî ji Erzincanê, Sêwasê û Antalyayê rojavatir, dewleteka Ewropayê/Balkanan bûn. Li ser daxwaza mîrên Kurdan ku Îdrîsê Bedlîsî nuneratîya wan dikir, di bin serwerîya Yavuz Sultan Selîm de sefereka Osmanî hat ser Îranê, li Çaldiranê şer di navbera Safewîyan û tifaqa Osmanî û kurdan de derket. Safewî têkçûn.

Bi derfeta ji vê serkeftinê û bi alîkarîya orduya Osmanî kurdan serî hilda, Safewî ji welatên xwe derxistin. Kurdan di nav Osmanîyan de îdareyên xwe yên muxtar û nîv muxtar avakirin.

Lê di 1514-15’ê de hemû Kurdistan xelas nebû. Ji rojhilatê Erzincanê, bakurê mîrekîya Bedlîsê; hewzeya Gola Wanê û berjortir heta Qefqasyayê, beşeka mezin a mîrekîya Hekkarîyê, beşeka mîrekîya Soran, mîrekîya Erdelan ku heta rojhilatê Mûsilê dihat, Şarezor digirt nav xwe û Mîrekîya Loristan ser bi Safewîyan ve man.

 

cekdar-efrin.jpg

Yavuz bi orduya osmanî û kurdan di 1516-18’ê de dewleta memlukîyan hilweşand rex bi rexê rojavayê Firatê , pişt re heta Deryaya Sor; Erebistan û bajarên pîroz ên Îslamê jî xistin destê xwe, bû xelîfeyê îslamê.

Yavuz di 1520’ê de, Şah Îsmaîl di 1524-ê de mir. Qanûnî û Şah Tahmasp hatin ser desthilatê. Tahmasp 10 salî bû, şerê desthilatê di nav axa û fermanrewayên Safewî de destpêkir. Özbekan ji rojhilatê ve hicûmî Îranê kir. Di vê rewşê de, di 1533yê de, di ‘Sefera Îraqeyn’ (İraqa Ecem û İraqa Ereb) de, Qanûnî berê Sedrezem Îbrahîm Paşa şand ser Azerbaycanê, pişt re ew jî derket seferê. Di 1534’ê de Tebrîz hat girtin. Şer ber bi Xelîcê ve hat dirêjkirin, Bexdad, Besra, Necef û Kerbela ketin bin destê Osmanîyan(1534).

Sefera Qanûnî ya di 1548-49’ê de, ber bi Şêrwan û Qefqasyayê ve bû, ji Tebrîzê wêdetir tu der nehatin zeftkirin, lê di vê navberê de hewzeya Gola Wanê, Erzirom, temamîya Hekkarîyê bû tabiê Osmanîyan. Li van deran jî mîrekîyên kurdan li ser esasê mîrasên xwe, bûn xwedan serwerî.

Çend carên din seferên ber bi Naxîcewanê û Rewanê de bûn, lê destkeftin nebû. Di 1555’ê de bi Peymana Amasyayê lihevkirina hidûdan di navbera osmanî û îranîyan de pêkhat. Osmanîyan serwerîya xwe li ser xeta serheda rojhilat, ew deverên ku ji Rewanê heta Besrayê girtibûn bi Îranîyan da qebûl kirin.

Piştre di dewra Sultan Muradê III. de di salên 1580-90’ê de osmanîyan Rewan û Naxîcewan jî xistin destê xwe û bi peymana 1591’ê serwerîya li ser van deran tekez kir. Bi van seferan osmanî di tarîxa xwe de li alî rojhilat li Qefqasyayê, Azerbaycanê û Kurdistanê gihaştin hidûdên xwe yên herî berfireh. Temamê Kurdistanê heta Rewanê, Tebrîzê û Urmîyeyê jî bi hevkarîya mîrên kurdan li ser esasê statuya mafên wan ên irsî bû tabiê dewleta osmanîyan. Li devera Bradost, Mukrîyan û Erdelanê jî pranîya erdên kurdan hatin ser Kurdstana mezin. Loristan bi giranî di bin serwerîya safewî de ma, li wan deran jî mîrên kurdan bûn xwedan mafên xwe yên irsî. Gelek caran meylên mirekîya Loristanê jî ber bi tevêbûna dewleta osmanî dihat dîyarkirin.

 

1-006.png

 

Lê di dawîya sedsala 16ê û destpêka sedsala 17ê de (1598-1612) ku Şah Abbasê I. bû şahê Îranê, mixalefeta xwe da alî, xwe xurt kir û destpêkir hicûmê ser erdên bin destê osmanîyan ên li Azerbaycanê, Kafkasyayê kir; Qerebax, Gence, Naxîcewan, Tebrîz û pişt re Rewan (Erîvan) ji osmanîyan stend.

Di dema ku Îran gihaştibû dewreka bin desthilata Şahekî xurt, dewleta osmanî li Ewropayê li alî Avusturyayê, Macaristanê û Sirbistanê hatibû dawîya hidûdên xwe, li Ewropayê şerên giran dikir. Pirranîya orduyên xwe yên Anadoluyê û Kurdistanê jî kêşabû ser wan şeran. Di şeran de têkçûn jî dibûn, eskeran firar dikir, vedigerîyan Anadoluyê, piranîya wan li vir dest bi eşqîyatîyê û talangêrîyê dikir.

Di dawîya qirnê 16’ê û destpêka yê 17’ê de padîşahên osmanî yan gelek zarok bûn wek Mehemedê III., Ahmedê I. û Muradê IV. , yan jî wek Mistafayê I. dîn bûn. Îdareya navendî ya li Îstanbulê katibû nav destên wezîran, paşayan, serdaran û dayikên sultanan, entrîkayên serayan, rişwet, hîle û reqabeta/minafeseya sîyasî gelek dijwar bûbû. Li Anadoluyê serîhildanên bi navên celalîyan, li Kurdistanê şer û pevçûn û nelihevîyên navbera paşayên osmanî û mîrên kurdan û ya navbera paşayên osmanî yên dewşirme bi xwe krîzeka mezin dabû destpêkirin.

Beglerbegîyê Wanê Ahmet Paşa di 1601’ê de Mîr Şeref Xanê Mîrê Bedlîsê kuşt, mal û milkên wî talan kir. Caxala Sînan Paşa, li Wanê di dema sefereka ser osmanîyan de di 1605ê de Mîrê Kilîsê û mîrêmîranê Helebê Mîr Husên Canpolat kuşt. Li ser vê birazîyê Husên Canpolat û wekîlê wî Mîr Ali Canpolat li Helebê bi orduyeka qasî 30 hezar kesan serî hilda. Gelek caran zora osmanîyan bir. Dawîya dawî Quyucu Mûrad Paşa bi orduyeka 70 hezar eskeran û gelek top û tivingan hat ser Alî Canpolat, orduya wî şikand, welatê wî tevî Kilîs û Halebê hilweşand, talan kir û da merivên xwe.

Alî Canpolat vekişîya, ji wir çû Îstanbulê, bi Sultan Ahmedê I. re li hev kir. Sultan Mîrekîya Sirbistanê dayê, ew çû Belgradê. Lê gava Quyucu Murad vegerîya Îstanbulê ev lihevhatin qebûl nekir, ferman da ku ew li Belgradê bê zîndankirin bê şandin Îstanbûlê. Welê bû. Mîr Alî Canpolat li Îstanbulê hat bidardekirin.

Di sefereka din de ji ber ku beglerbegîyê Wanê Tekelî Mehmet Paşa sala 1617’ê li ser şerekî li hember Safewîyan li gel mîrên kurdan ket nav pevçûnê ew û Yehya Begê kurê mîrê Hekarîyan Zekerîya Xanî rabûn hev bi kêran, hevdu birîndar kirin, herdu jî ji ber birînên xwe mirin.

Sadrazam û serdarê osmanî Xusrew Paşa di dema sefera xwe de ya ber bi rizgarkirina Bexdayê ve ya ji bin destên Safewîyan, li devera Şarezorê li ser fesadî û pîjkirina walîyê Dîyarbekirê Halicizade, mîrê Hezoyê Mîr Mihemed Xan bi hîle û bêbextî kuşt. Goya mîrên kurdan eskerên xwe hildabûn pê re derketibûn sefera ser Bexdayê.

Kuştina mîrê Hezoyê Mehemed Xan bû sedemê acizîyeka mezin li nav mîrên kurdan ên di seferê de. Welê bû ku Xusrew Paşa mecbûr ma poşmanîya xwe nîşan bide û beglerbegîyê ku fesadî û pîjkirin kiribû jî bikuje. Gelek buyerên din ên bi vî awayî di wê demê de li Kurdistanê rûdan.

Di vê navberê de gelek caran osmanîyan li Azerbaycanê û Qefqasyayê sefer birin ser cîyên ji bal Şah Abbas ve ji wan stendî, lê fêde nebû.

Di 1612’ê de peymanek di navbera osmanîyan û îranîyan de çêbû ku xwe li ser esasê peymana Amasyayê (1555) girt. Maddeyek ew bû ku; Seyid Xanê (Mîrê Amedîyê) û Helo Xanê (mîrê Erdelan) ku erdên Huweyzeya nêzî Bexdadê û yên Şarezorê îstîla kiribûn, ji bal safewîyan neyên destekkirin.

Di 1623’yan de Şah Abbas, Baxdad û derûdora wê jî ji destê osmanîyan derxistibû. Li ser vê, osmanîyan du caran sefer bir ser Bexdayê (1625-26 bi serdarîya Hafiz Ahmed Paşa, 1629-30 bi serdarîya Xusrew Paşa) lê biserneket. Cara sisîyê, di 1638’ê de, di bin fermandarîya Sultan Muradê IV’ê de sefer çû ser Bexdadê, ew hat vegerandin.

Wê demê Şah Abbas miribû (1629), nevîyê wî Şah Safî (Sam Mîrza) hatibû ser hukum.

Peymana Qesra Şêrîn piştî vê serkeftina osmanîyan hat. Sultan Murad bi xwe zû vegerîya Îstanbulê, lê pirsa lihevhatin û bestina peymanê bi safewîyan re hişt ji wezîrê azam Kemankêş (Kevankêş) Mustafa Paşa (bi eslê xwe devşîrmeyekî arnawudî bû) re.

Di vê seferê de Sultan Murad du sedrezam wenda kiribûn, ev ê sisîya bû. Behram Paşa hê di hatinê de li Urfayê miribû, Teyyar Mehmet Paşa jî di dema muhasereya Bexdayê de hatibû kuştin.

Di hemû van seferên ser Îranê de orduya osmanî bi piranî li Dîyarbekirê, carina jî li Erzurumê dicivîya. Ji her eyaletê mîrêmîran, beg û paşa li gel eskerên xwe tevî seferê dibûn. Sefer carina li bakur, li alî Azerbaycanê, Rewanê û Şêrwanê, carina jî li başûr, li alî Şarezorê, Bexdayê û Besrayê bû. Di hemuyan de mîrên kurdan ên tabi’ê Osmanîyan jî tevê dibûn. Li alî safewîyan jî mîrên derûdora Rewanê, Naxîçewanê, dora Urmîyê, Salmasê û Somayê tevî eskerên xwe li rex Şah cih digirt. Carina wan sef jî diguhert. Bi pirranî meyla wan li alî osmanîyan bû. Li başûr Erdelan di navbera herdu dewletan de parve bûbû. Mîrên wan geh li vî, geh li wî alîyî bûn. Loristanê hema hema bi temamî li alî Îranê sef girt. Hukmê Safewîyan bi temamî li ser wan derbas dibû.

Peymana Qesra Şêrîn

Peymana Qesra Şêrîn piştî ew qas pêlên çûn û hatina şerên herdu dewletan û cara dawî bi zeftkirina Bexdayê ji bal osmanîyan ve hat mohrkirin. Sultan Murad bi xwe piştî serkeftinê zû vegerîya Îstanbulê, wezîrê ezemê xwe hişt ji bo guftûgoyan û lihevkirinê.

Li alî Îranê wekîlê Şah Safî Sarû Xan bû. Orduya Osmanî li Zohabê danîbû. Sarû Xan tevî maîyeta xwe hatibû qerargeha orduya osmanî. Li alî osmanîyan, Sadrezam û serdarê orduyê Kara Mustafa Paşa hebû. Peyman li xîveta Sedrezem hat îmzakirin. Li dora sedrezem mîrêmîranên Kurdistanê û yên osmanî, rîsipî û mezinên yenîçerîyan hebûn. Li gel Sarû Xan ê wekîlê Şah jî elçîyê destpêkê Mîraxurê Şah Mehemedqulî amade bû. Peyman di saet 4’ê piştî nîvro de ji bal Sedrezem Kara Mustafa Paşa û Sarû Xan ve hat mohrkirin.

Wekîlê Şah, doza vegerandina Kela Qersê kir, lê sedrezem qebûl nekir. Piştî minaqeşeyên dijwar biryar wiha hat dan:

Ji eyaleta Bexdayê Hassan, Bedre, Mendelcîn (Mendelî), Derne, Derteng heta Sermenelê (Sermedîyê!?,) ew çolistanên ku di navbera wan de dimînin, qebîleyên Zîyauddîn û Harûnî yên eşîra Cafan, gundên li rojavayê Kela Zencîrê û çîyayên li rajora Kela Zalim-Elî ya nêzî Şarezorê; quntarên wan ên li vê keleyê nihêrtî, heta ku digihê gelîyê ber bi Şarezorê ve vebûyî, Qizilce Qele û derûdorên bi ser wê ve ê ji bal Padîşah[ê osmanî] ve bên zeft kirin. Ji bilî van, Axiska, Qers, Wan, Şarezor, Bexdad û Besra, hemû kele, welat, nahîye, erd(erazî), çîya û girên di nav wan de, ê tu carî ji bal Şah ve tûşî êrîşê nebin. Û keleyên ji Mendelicinê(Mendelîyê) heta Dertengê, Bîre, Zezduvî (ku Zemrud Me’wa jî tê gotin), gund, kele, daristanên rojhilatê Kela Zencîrê û cihên ser bi wan ve, Mihriban (osmanîyan ji Merîwanê re digot. MC) û cihên ser bi wê ve ê di destê şah de bin. Osmanî ê dest nedin cihên di nav wan deveran de. .. Kela Zincîrê, keleyên Koturê û Makuyê, yên ser hidûdê Wanê û keleya Magazberd ya li alî Qersê ê ji bal her du terefan ve bên hilweşandin….

Peymana morkirî merivekî elçîyê Şah Mehmedqulî girt da bigihîne Şah Safî ku ew wê mohr bike. Sê roj middet hat dayin. Di hundurê çar rojan de Şah Safî peyman mohr kir û ew vegerîya. Mehmedqulîyê elçîyê Şah ew girt da bibe Îstanbûlê ji bo morkirina Sultan Muradê IV’ê.

Roja pêşî, sedrezamê Osmanî zîyafeteka mezin da heyetên herdu alîyan. Roja duyê Saru Xan zîyafeteka mezin da. Piştre Sarû Xan ber bi Şah ve birêket. Mehmedqulî li gel orduya osmanî ma da biçe Îstanbulê ji no mohrkirina Sultan. Ew berî orduyê bi rê ket, ordu jî di pey re dest bi vegerê kir.

Mehmedqulî di 19’ê Îlona 1639’ê de gihaşt Îstanbulê, bi şertê ku li ser Bexdayê doza tu mafî neke, Rewan ji Şah re hat berdan û bi merasimeka muezzem, Muradê IV’ê peyman mohr kir. Elçî ew girt û vegerîya welatê xwe.

Bi vî awayî osmanîyan û îranîyan ji 1514’ê bi vir de dawî li şerên wek pêlên med û cezîrê ên deryayê ên nêzî 125 salan anîn.

Li herdu alîyan jî serhedên van dewletan qadên şerên wan Kurdistan bû, li her du alîyan ew di bin pîyên du orduyên gelek mezin de pêpes dibûn, dihat talankirin.

Xan û mîrên Kurdistanê ji mecbûrî li herdu alîyan tevî orduyan dibûn, dihatin hemberê hev, gelek can û mal didan. Wek nimûne di sefera sala 1625-26ê a ser Bexdayê ya bi serdarîya Hafiz Ahmed Paşa de heft mîrên Kurdistanê beşdar bûbûn; Mîrê Hezoyê Şeref Xan, Mîrê Egilê Mu’mîn Xan, Mîrê Tercilê Îbrahîm Beg, Mîrê Paloyê Hesen Beg, Mîrê Erxenîyê Alî Begê Başibuyukzade, Mîrê Xarpêtê ÎbrahÎm Beg û Mîrê Îmadîyê Seyid Xan beşdar bûn.

___________________________________________

* Ev’ versîyoneka berfirehtir e ya ku di herdu hejmarên (hej. 19 û 20) Basnewsê de û di sîteya wê de hatîye weşandin.

1 Li ser pêwendîyên osmanîyan û îranîyan ên dema Safewîyan, şer û peymanên navbera wan, rewşa Kurdistanê û rola mîrekîyên kurdan di van peywendîyan de, di arşîvxaneyên herdu dewletan de belgeyên (name, tezkîrê, peyman hwd) orîjînal ên wê demê hene. Arşîva osmanî ya serokwezaretîya Tirkîyeyê ji vî alîyî ve gelek giring e. Di nav wan de gelek belge li ser mîrên kurdan jî hene. Mixabin ku heta demek berê ji ber sedemên înkarkirina kurdan li Tirkîyeyê ew dihatin veşartin û ne li ber destên her lêkolerî bûn. Pişt re nuha hêdî hêdî ew tên serbestberdan û îmkana xwe gihandina wan bidest dikeve. Lê ji alîyekî ve ku tesnîfkirina gelekan ji wan hê temam nebuye, ji alîyê din ve ku lêkoleran, bi taybetî jî yên kurd ciddî ciddî berê xwe nedane wan, yan jî neslê nuha ku nikare destnivîsên bi erebî û farisî û osmanî bixwîne, ji wan nayê îstîfadekirin.

Wekî din hin weqayîname, fezleke, rûzname û tezkîre jî li herdu alîyan hene, pirê wan bi farisî û hin jî bi erebî ne. Hin ji van jî hatine wergerandin tirkî, lê kurd zêde hay ji wan nînin.

Pişt re hin gerok, dîplomat û pisporên Ewropî di demên cuda de ji van weqayînameyan û arşîvan îstîfade kirine û tarîxa pêwendîyên Osmanîyan û Îranê ta dereceyeke ji a pispor û dîrokzanên herdu welatan li ber çavan raxistine.

Lêkolerên dema me jî hene ku mihaweleya ronahîdaxistina ser peywendîyên van herdu welatan kirine, lê ew hem gelek hindik in hem tevî ku germayîya şer û peywendîyan li ser axa Kurdistanê a di navbera herdu dewletan de dabeşbûyî, qewimîne jî wan giringî nedane ser cih û rola mîrekîyên kurdan.

Di vê meqaleyê de zêdetir pişt bi Tarîxa Naîma ku bi berfirehî li ser wan deman e û wî agahîyên berfireh ji Fezlekeya Katip Çelebî, Peçewî û hinên din wergirtine. Li alî Îranê jî Tarîxê Alemarayê Abbasî (du cild û zeyla wê) a Îskender Begê Munşîyê Tirkmanî jî bi berfirehî li ser peywendîyên van deman radiweste. Eslê wê farisî ye, mixabin heta nuha nehatîye wergerandin ser tirkî û kurdî. Lê van salên dawîyê li Azerbaycanê hatîye wergerandin ser Azerî ku ji wêhatîye îstÎfadekirin.

Tarîxa Dewleta Osmanî (Osmanlı Devleti Tarihi) a Joseph V. Hammer a ku ji 18 cildan pêk tê û cara pêşî di nîveka sedsala 19-ê de li Avusturyayê (Nemsayê) hatîye weşandin jî hema hema bi temamî xwe dispêre, weqayîname, tezkîre, fezleke û tarîxên îranî û pirtir jî yên osmanî, gelek agahîyên hêja li ser peywendîyên herdu dewletan dide, ku di beşê demên safewî û osmanîyan ên dema peymana Qesra Şêrîn de xwe dispêre Tarîxa Naîma û Fezlekeya Katip Çelebî. Kitêba Hammer hatîye wergerandin ser tirkî. Di vê nivîsarê de ji wê hatîye Îstîfadekirin, Wekî din ji lêkolîneka pisporekî Tirk ê hemdem Özer Küpelî ya bi navê Osmanlı-Safevi Münasebetleri, (Yeditepe Yayınevi, İstanbul 2014) hatîye îstîfadekirin. İslam Ansiklopedisi ya Dîyaneta Tirkîyeyê jî wek çavkanî hatîye bikaranîn.

[2] ya moxolên cengîzî

[3] moxolên bi serkêşîya Tîmûr

Ji bloga Murad Ciwan hatîye girtin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin