35 sal di ser komkujiya Hewraman û Şarezûrê re derbas bûn

35 sal di ser komkujiya Hewraman û Şarezûrê re derbas bûn

.

A+A-

Xelkê Şarezûr, Helebce û Hewramanê îro 6ê Tebaxê karesata şewitandina avahiya Sîrwan bi bîr tînin, ku di wê karesatê de zêdetirî 200 zarok û jin şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Beriya 35 salan di 6ê Tebaxa 1986an de di germahiya şerê Iraq û Îranê de topxaneyên Îranê deşta Şarezûr û avahiyên wê topbaran dikir.

Roja 6ê Tebaxa 1986an karesatek rûda, ji danê sibehê ve topxaneyên Îranê bajarokê Sîrwan topbaran dikirin, ku nişteciyên wê bajarokê ew kes bûn ku di dawiya salên heftan û destpêka salên heştan de rejîma Be'sê gundên wan wêran kiribû û ew veguhestibûn bajarokê Sîrwanê.

Ji ber tundiya topbaranan, jin û zarok reviyabûn û xwe di avahiyekê de veşartibûn, ku ew avahî bi keviran hatibû çêkirin û ji çend qatan pêk dihat û xelk wisa bawer dikir ku cihê herî baş a xweparastina ji top û gulleyan e.

Bi sedan malbat, mezin û biçûk hemû çûn ketin wê avahiyê, lê belê gulleyeke Îranê li aliyekî avahiyê ket, ku ew der weke depoya sotemenî û alif dihat bikaranîn. Di avahiyê de şewat derket û di encamê de 200 zarok û jin şewitîn û şehîd bûn, herwiha zêdetirî 150 welatî jî birîndar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin