
300 polîsên leşkerî yên Rûsî gihîştin Hesekê
.
A+A-
Berpirsê navenda çavdêriya Rûsî – Rejîma Sûriyê Dîmîtrê Sontsov ragehand ew 300 leşkerên Rûsî şandine parêzgeha Hesekê.
Herwaha ragehand, ew leşker xalên çavdêriya hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê bihêz dikin û roja 17.01.2021ê geheştine Hesekê.
Wî berpirsê Rûs diyar kir, hêzên Rûsî ji bo li xalên çavdêriyê aramiyê û ragirtina şer li navçeyê tekûz bikin li deverê ne.
Hêzeke mezin a artêşa Rûsyayê di meha Îlon a 2015ê ve bi piştevaniya hêzên rejîma Sûriyê ve dijî grubûn çekdar ên opozîsyonê beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê dibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin