3 firokeyên Tirkîyê li Lîbyayê hatin şikandin

3 firokeyên Tirkîyê li Lîbyayê hatin şikandin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê “hêzên Hefter” 3 firokeyên bêfirokvan ên Tirkîyê tîne xwarê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Nivîsgeha Peyvdarê Serbazî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şeva bûrî ragihand, hêzên wan ên berevanîya esmanî karîn firokeyeke bêfirokvan a Tirkî li nêzîkî binkeya Uqbe Bin Nafê bixîne xwarê.

Dîyar kir jî, firokeya duyem li rojhilatê Terblusa Paytex û ya sêyem jî li bakurê rojavayê Lîbyayê ketin xwarê.

Tirkîyê bi armanca piştevanîkirina li “Hikûmeta Wîfaq” bi serokatîya Fayiz Serac, hêzên artêşa Tirkîyê û bi hezaran çekdarên opozîsyona Sûrîyê şandine Lîbyayê.

Diçend rojên bûrî de û ji ber revîn û perçebûna hin fermandarên meydanî ji hikûmeta Serac, hêzên Xelîfe hefter hin pêşketinên berçav bidest anîne.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin