29 çalakvanên Iraqî di xwepêşandanan de hatine terorkirin

29 çalakvanên Iraqî di xwepêşandanan de hatine terorkirin

Endamekî Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê amara terorkirina çalakvanên xwepêşandanên li wî welatî aşkere dike û dibêje, heta niha 29 çalakvan di xwepêşandanan de hatine terorkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê, Elî Beyatî ragihand, ji destpêka xwepêşandanên li Iraqê ve ku ji meha 10an ve dest pê kir û heta niha 29 kes ji çalakvanan hatine terorkirin.

Elî Beyatî dîyar jî kir, her di wê heyamê de 3 hewlên terorkirinê jî hebûne ku serkevtî nebûne.

Beyatî pêştir ragihandibû, ji destpêka xwepêşandanan ve hejmara kesên ku di xwepêşandanan de li hemû parêzgehên Iraqê hatine kuştin, gihîştîye 485 kesan û 27 hezar kes jî birîndar bûne.

Herwiha ji destpêka xwepêşandanan ve 2 hezar û 807 kes jî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatibûne desteserkirin, ku ji bilî 107 kesan, yên din paşê hatine berdan.

Li gor heman zanyarîyan, 48 kes ji xwepêşander û çalakvanên civaka sivîl jî ji alîyê çekdarên nenaskirî ve hatine revandin.

Zêdetir ji sê mehan e ku xwepêşandan li Bexdayê û hejmarek bajarên din ên başûrê Iraqê berdewam in. Her ji ber berdewamîya xwepêşandanan û fişara xwepêşanderan û Rêberê Mezinê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayteullah Elî Sîstanî, serokwezîrê wî welatî Adil Ebdulmehdî dest ji kar berda.

Di 1ê Kanûna 2019 de parlamentoya Iraqê dest ji kar berdana Ebdulmehdî qebûl kir, lê heta niha ti kes bo cihgirtina wî nehatîye dîyarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin