2 şervanên HSDê li Dêrezorê jîyana xwe ji dest dan

2 şervanên HSDê li Dêrezorê jîyana xwe ji dest dan

Li rojhilatê Dêrezor pevçûn di navbera hêzeke HSD û grûpeke çekdar de derketin û di encamê de 2 şervanên HSDê jîyana xwe ji dest dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor çavkanîyên xwecihî, roja çarşemê, pevçûn di navbera hêzeke HSD û grûpeke çekdar de li gundê Ebû el Xeşeb li rojhilatê Dêrezorê derketîye.

Li gor heman çavkanîyan, di encama pevçûnan de ku çekên sivik tê de hatine bikaranîn, 2 şervanên HSDê jîyana xwe ji dest dane.

Çavkanîyên xwecihî dîyar dikin ku tê texmînkirin ku ew grûpa çekdar girêdayî Rêxistina DAIŞê be.

Çavkanîyên ser bi HSDê didin zanîn ku çalakîyên xaneyên raketî yên DAIŞê li navçeya rojhilatê Dêrezor hene, lewma ew car bi car operasyonan li dijî wan şaneyan li navçeyê encam didin.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin