12 komeleyên Elewî daxwaza naskirina ‘Komkujîya Dêrsimê’ kirin

12 komeleyên Elewî daxwaza naskirina ‘Komkujîya Dêrsimê’ kirin

Di 83emîn salvegera Komkujîya Dêrsimê de, 12 Komeleyên Elewî daxwaz dikin ku 4ê Gulanê wek Roja Terteleya 38 a Dêrsimê bê qebûlkirin û cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - 12 komeleyên Elewî wek Federasyona Elewî Bektaşîyan, Komeleya Dêrsimîyan a Enqerê, Komeleya Vartoyîyan a Enqerê, Komeleya Kulturî ya Divrigi ya Enqerê, Komeleya Demokratîk a Elewîyan, Weqfa Anadolu ya Hecî Bektaş a Kulturî, Komleya Kulturî ya Pîr Sultan Abdal, Federasyona Komeleyên Xwecihî ya Kizilirmak û çendeke din di 83emîn salvegera Komkujîya Dêrsimê de ku di navbera salên 1937-1938ê de hat kirin, daxuyanîyeke nivîskî dan.

Di daxuyanîyê de daxwaz tê kirin ku 4ê Gulanê wek Roja Terteleya 38 a Dêrsimê bê qebûlkirin û cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin. 

Herwiha daxwaz tê kirin ku li Parlamentoya Tirkîyê Komisyona Lêkolînê ya Terteleya 1937-38 a Dêrsimê were pêkanîn û asîmîlasyon û înkara li ser xelkê Dêrsimê tê pêkanîn bidawî bibe.

Di daxuyanîyê de tê gotin, “Divê 4ê Gulanê wek Roja Terteleya 38 a Dêrsimê bê qebûlkirin. Pêwîste derbarê Komkujîya Dêrsimê de ku di navbera salên 1937-1938ê de hat kirin daxwaza lêborînê ji xelkê Dêrsimê bê xwestin. Navê Dêrsimê bê vegerandin û çarenivîsa zarokên ku di komkujîyê de dane malbatên din were eşkerekirin.” 

Herwiha daxwaz tê kirin ku cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin