101 porsipîyên Tirkîyê ji bo îtîfaqa demokrasîyê bang kirin

101 porsipîyên Tirkîyê ji bo îtîfaqa demokrasîyê bang kirin

101 Porsipîyên Tirkîyê ku ji fikrên cuda yên sîyasî li hev kom bûn, danezanek hevpar weşandin û ji bo îtîfaka demokrasîyê bang kirin. Porsipîyan ji kesên demokrasîyê diparêzin xwest ku di bin baneyê demokrasîyê de li hev kom bibin.

A+A-

101 Parsipîyên Tirkîyê ku di nava wan de nivîskar, rewşenbir, helbestvan, hunermend û akademîsyen jî hene, danezanek hevpar weşandin û bal kişandin ser rewşa xerab a Tirkîyeyê. 101 Porsipîyan di serî de bang li ciwanan kir û xwest hemû kesên aştî, demokrasî û pêşerojek Tirkîyeyê ya demokratîk dixwaze di bin baneya îtîfaqa demokrasîyê de li hev kom bibin. Porsipîyan xwest ji bo bigêjin civakek azad û adîl hemû hezên muxalif di bin baneya îtîfaqa demokrasîye de li hev kom bibin û wiha gotin: "Em kesên porsipî ji beşên cuda ji paşerojên cuda  sîyasetên cuda hatine, ji bo li welatê me civakek azad û adîl di nava aştîyê de bijî, bi taybetî em bang li ciwanên me yên hevîya pêşerojê ne dikin. 

 

*Welatê me heta îro tu carî di pêvajoyek wisa tarî, bê hiqûq, bê edalet, tijî neheqî û di nava welatê cîhanê re bê îtîbar re derbas nebûbû. 

 

* Niha Destûra Bingehîn bi awayekî fîîlî bê tesîr bûye. Daraza ku divê serbixwe û bê alî be ketîye fermana Qesrê. Temîtana Komarê êdî bê fêde ye. 

 

* Her tişt keyfî ye û zext zêde bûne. Di vê rexşê de demokrasî û hiqûq nemaye. 

 

* Can û malê welatîyan di bin gefan de ye. Zagonên ku mafan û azadîya mirovan tune dihesibîne, rojnamegeran binçav û ceza dike, mafê welatîyan binpê dike, hemû rêxistinên pîşeyî bi îqtîdar û qesrê ve girê dide roj bi roj zêde dikin. 

 

* Bi feraseta belavbûn û fetîhan li şûna rêgeza "Li Welat aştî, li cîhanê aştî" li hundir û derve şer pêş dixin. Dijminantîyê zêde dikin. 

 

* Ya herî girîng jî enîyan perçe dikin û tovê dijminantîyê dixin nava me. Divê hemû kesên oldar, laîk, Sunnî, Elewî, rastgir, çepgir, Kurd, Tirk, jin û ciwan her kes ji vê yekê re bêje raweste." 

 

Porsipîyan, destnîşan kirin ku ew hemû di bin gefan de ne û wiha lê zêde kir: "Divê kes nebêj 'Dest nadin min' Divê ciwan guh bidin vê banga me. Me tu carî hevîya xwe winda nekirîye. Em destûr nedin ku welatê me têxin nava tarîyê, welatîyan xizan bikin binpêkirina mafan zêde bikin. Em destûr nedin berberî û dijminantîyê. Em bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Siberoj di destê we deye. Em kesên porsipî hêj dijîn dixwazin vê rojê bibînin." 

 

101 PORSIPÎYÊN KU DANEZAN ÎMZE KIRIN 

 

Kesên îmze avêtin bin daxuyanîyê wiha ne: Abdullah Nefes, Abdulbaki Erdogmuş, Ahmet Aykaç, Ahmet Însel, Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Ali Bayramoglu, Ali Sirmen, Altan Oymen, Arif Keskiner, Atilla Dorsay, Aydın Cingi, Aydın Engin, Ayşe Erzan, Ayşenur Arslan, Baskın Oran, Bînnaz Toprak, Bulent Ortaçgil, Canan Arin, Celal Dogan, Cem Toker, Cengiz Aktar, Cengiz Çandar, Cihangir Îslam, Coşkun Ozdemir, Dogan Bermek, Ercan Karakaş, Erdogan Aydin, Ersin Kalaycioglu, Ersin Salman, Ertugrul Gunay, Ertugrul Yalçinbayır, Eşber Yagmurdereli, Fatma Gok, Fatmagül Berktay, Fehmî Koru, Fikrî Saglar, Filiz Ali, Genco Erkal, Gençay Gursoy, Gokhan Akçura, Gurel Tuzun, Hacer Ansal, Halîl Ergun, Hasan Cemal, Hayrî Înonu, Herkul Milas, Îbrahim Betîl, Îbrahim Sinemillîoglu, Îlhan Tekeli, Kazim Guleçyuz, Korkut Boratav, Marta Kalyoncu, Mehmet Hayrî Kirbaşoglu, Melek Ulagay, Meral Tamer, Meryem Koray, Moris Gabbay, Murat Belge, Murat Karayalçın, Mujde Ar, Nadire Mater, Nazar Buyum, Necmîye Alpay, Nesrîn Nas, Nesteren Davutoğlu, Nurettin Sozen, Orhan Pamuk, Orhan Silier, Osman Ulagay, Oya Baydar, Oget Oktem Tanor, Omer Madra, Peral Bayaz, Rakel Dînk, Reşit Canbeyli, Riza Turmen, Selçuk Erez, Serra Yılmaz, Suleyman Coşkun, Suleyman Çelebi, Şahin Tekgunduz, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Şevket Pamuk, Şukran Soner, Şukrü Aslan, Tarhan Erdem, Tarik Zîya Ekîncî, Tugrul Eryilmaz, Turhan Gunay, Tulin Dursun, Umit Aktaş, Ustun Erguder, Vecdi Sayar, Veysi Dundar, Yaşar Okuyan, Yucel Erten, Zeynep Oral, Zîya Halis, Zulfu Livanelî. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin