10 welat dijî Îranê hevpeymanîyekê durtist dikin

10 welat dijî Îranê hevpeymanîyekê durtist dikin

Bo paraztina gemîyên barpetrol ji hêrişên Îranê, Holendayê gemîyeke cengî dişîne Kendavê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Mêdya fermîya Holendayê belavkirîye, di çarçove ya hewlên Firansayê bo pêkanîna hevpeymanîyeke  Ewrûpayî bi armanca paraztina hatinûçûna deryayî li Kendavê, Emistirdam bi nîyaze gemîyeke cengî bişîne ava Kendavê.

Herweha mêdya Holenda ragehandîye, ku ew Gemî bop dema şeş mehan li kendavê dimîne û erkê wê paraztina gemîyên barpetrol dibe.

Firansayê pêkanîna hevpeymanîyeke Ewrûpayî ragehandîye bo paratina asayîşa hatinûçûna gemîyên barpetrol ji hêrişan û baregeha wê hevpaymanîyê jî li Ebûdebî, li Îmarat dibe. Holenda jî wek hevpeyamana Firansayê gemîya cengî dişîne gerûya Hurmizê.

 Wezîrê berevanîya Firansayê derbarê evê hevpeymanîyê ragehandîye, ku di destpêka sala dahatî bi pişikdarîya 10 welatan dihêt duristkirin.  

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin