Zeynel Abidî Bîn Alî li Erebistana Siûdî mir

Zeynel Abidî Bîn Alî li Erebistana Siûdî mir

Serokê berê yê Tûnisê Zeynel Abidî Bîn Alî ku di sala 2011ê de bi serhildaneke girseyî ji desthilatê hatibû xistin kirin, îro li surgunê li Erebistana Siûdî mir.

A+A-

Mûnîr Bîn Salha, parêzerê malbata Bîn Alî ji Reutersê re ragihand ku mersîma binaxkirina wî dê roja înê were kirin.

 

Bîn Alî û kesên nêzî wî di sala 2011ê de ji Tûnisê revîbûn, piştî ku firoşgerekî kolanan wek protesto xwe şewitandibû û bi wê bûyerê Bihara Erebî li Tûnisê destpê kiribû.

 

Di encama xwepêşandanên nerazîbûnê de dawî li desthilata Bîn Alî hatibû û sîstemeke demokratîk Bihara Erebî li welatê din yên herêmê jî belav bûbû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin