Zarok herî zêde di dema pandemiyê de rastî istismarê hatine

Zarok herî zêde di dema pandemiyê de rastî istismarê hatine

.

A+A-

Parêzer Huriye Hamidiyê ji îstîsmara li zarokan dibe wiha got: “Bêrê jî istismara zarokan gelek zêde bû lê nedihat bihîstin. Niha tê bihîstin û serî li mercên edlî didin. Ji ber wî em ji vê pirsgirêkê haydar dibin."

Li Tirkiyê istismara li dijî zarokan roj bi roj zêde dibe. Amed jî di yek ji wan navendane ku di demên dawî de hejmara istismara zarokan zêde bûye. Li gor pisporan, divê zarok di mijara istismarê de perwerde bibin. Di buyerên istismarê de civak rastiye di tepisine û zarok jî xwe sucdar dikin. Ji ber bêdengiyê hejmar jî bilind dibe.

Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn, tenê li bajarê Amedê 23 zarok di Çiriya Pêşiyê ya 2021an de ji aliyê mêran ve rastî istismarê hatine. 

Sedeme vê yekê çî ye?  Çawa di nava meheke de hejmareke ewqas zêde derket holê. Malbat dê zarokên xwe çawa biparêzin? Civak dê bikaribe bandoreke çawa li ser vê yekê bike?

Li ser vê mijarê û divê tedbîrên çawa bêr standin, em bi pisporan re axivin.

“Di nava sal û nîvê de 50 zarokan serî li navenda me da”

Parêzer Huriye Hamidî li Baroya Amedê li ser mafê zarokan kar dike. Hamidiyê ji bo daneyên bianetê ên ku dibêje li Amedê di Çiriya Pêşiyê ya 2021an de 23 zarok rastî istismarê hatin, wiha got:, “Bêrê jî istismara zarokan gelek zêde bû lê nedihat bihîstin. Niha tê bihîstin û serî li mercên edlî didin. Ji ber wî em ji vê pirsgirêkê haydar dibin. 

 “Em niha 60 dosyayên zarokan dişopînin. Ji wan gelek jê dozê istismarê ne. Di nava sal û nivê de 50 zarok ji ber istismarê serî li navenda me da. 

“Lê zarok herî zêde di dema pandemiyê de rastî istismarê hatin. Bêyî ku plan û bername bê kirin, zarokan bêpiştgirî xistin hundirê malê û di mal de asê man. Zarok ne karibûn xwe bigihênin dersdarên xwe, mercên edlî û hevalên xwe. Nekaribûn ji kesî re tû tiştekî bibêjin. Ji ber vê yekê ye ku heta dibistan vebûn, ti amar nehat ber destê me. Em dibînin ku piştî dibistan vebûn amar jî hatin. 

“Ev jî nîşan dide ku ev amar encamê pandemiyê ye. Encama zarok  di hundir de hiştine ye. 

Sucên zayendî, sucên li ber çavan pêk nayên û tespita wan û gilîkirina wan jî gelek zehmet e. Ji ber ve ye ku zarok dixwazin bi kesên herî zede bi wan bawer dibe re parve bikin vî tiştî. Kî ne ev? Dersdarên wan e û hevalên wan yê dibistanê ne.” 

“Ger dane neyên divê em li ser bifikirin” 

Parêzer Huriye Hamidiyê her weha behsa daneyên Saziya Istatîstîkaan a Tirkiyeyê (TUIK) kir ku behsa hejmara zarokên di sala 2020î de birine navendên ewlehiyê û wiha pê de çû: “ Li gor wê amara hate belavkirin, di sucên ku zarok tevlî bûne de ti guhertin tune ye. Lê belê tenê sucên birindarkirinê û sucên istismarê ji sedî 41 kem bûne. Ev jî nîşan dide de ku zarok di wê dema pandemiyê de nekaribûn xwe bigihînin ti kesî. Zarok di mal de tenê hiştîn. Ev amar jî gotina me pişt rast dike. Piştî dibistan vebûn jî, di carekê de me dît ku hejmareke ewqas mezin heye.

“Êrê li Amedê hin dane tên ber destê me, ev jî tişteke baş e û nişan dide de ku sazî, dezgeh û rojnamgerên li vê herêmê baş kar dikin. Ger dane ji bajarekî neyên, wê deme divê em li ser bifikirin û li bingeha wê binerin.”

“Zarok xwe sucdar hîs dikin”

Li gor Derûnas Ferat Demîrî, malbat dikarin bi du awayî ferq bikin ku zarokên wan rastî istismarê hatine. Ji wan yek ya laşî ye, ya din jî di warê derunî de ye:

“Ger zarokên we bikeve nava bêdengiyê, bi kesî re neaxive, bitirse, di laşê wan de sorbûn hebe an dema hûn destê xwe didin laşên wan bertek nîşan bidin, wê demê li ser vê rewşa zarokên xwe bisekinin. Li dibistanê zarokek pir çalak be di careke de bibe zarokek bêdeng, tevgerên depresif xuya bike, divê malbat bêtir baldar bin.” 

Demîrî anî ziman ku ji bo pêşî li istismare were girtin, divê malbat perwerdehiya zayendî bide zarokên xwe û wiha berdewam kir: “Di perwerdeyê de jî ya girîng ew e ku divê dê û bav li gor temen û pêşveçûna zarokê xwe zimanekî bi kar bîne. Bi zimanekî nerm ji zarokê xwe re bibêjin ku di laşê wê/î de cihên taybet hene û di dema lîstikan de baldar be û kesê nenas nikaribe bê destura wî/wê dest bide laşê wî/wê.

“Zarokên rastî destdirêjiyê  tên, ji ber vê bûyerê xwe sûcdar his dikin û gelekî ditirsin. Dibêwe wê qey civak wî/wê sûcdar bike. Lewre travma pê re çêdibe û ji bo wî/wê gelek zehmet ku vê bûyerê vebêje. Ji ber vê yekê heta em haya me ji bûyerekê çêdibe, sal derbas dibin carna. Ji ber ku zarok nekarin vebêjin. Dixwazin dê, bav, dersdar wan ferq bike. Malbat ango dersdarê li dibistanê divê bawerî bide zarokan ku tiştê bi serê wan de hatiye ji wan re vêbêjin.  Malbatên ku zarokên wan rastî vî tiştê hatine, ez dibînim ku bêtir bi hêrs tevdigerin. Ev yek jî zarokan bêtir veguhderinê nava xwe. Divê malbat ji zarokan re bêjin ku ‘ev tiştê em diaxivin wê di navbera me de bimîne û kesê vê tiştê kiriye dê ceza bibe’. Bi van gotinan baweriyê bide zarokan  da ku zarok bi axivin.”

“Amarên ku tên ber destê me bi ya min hê ji sedî 20 e”

Ji Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Şaxa Amedê, Gaye Yalçin Meşeyê jî diyar kir ku, ji bo pêşi li istismarê bê girtin, divê di serî de civak perwerde bibe: “Ji ber ku heta civak perwerde nebe, mixabin em nikarin pêşiyê li van buyerên bi vî rengî bigirin. Perwerde jî yekser divê di malan de dest pê bikin. Her wiha divê hikûmet jî tişta ku dikeve ser mile xwe bike û li her taxekê pisporê xizmetguzariya civakî bicîh bike da ku malbat perwerde bibin û her wiha zarok bi rehetî xwe bigihînin wan. Divê em dezgehên ku zarok bi rehetî xwe bigihinin wan, bawerî bide wan û dengê xwe bikaribe bigihîne wan, ava bikin. Ev girîng e. Em dikarin biçin cem polîsan, psîkologan, bi rehetî derdê xwe bejin. Lê ev mafê zarokan nîn e. Ger pisporên xizmeta civakî bên peywirdarkirin û  bi zarokan re eleqedar bibin ez bawer im dê encameke baş bê girtin. 

“İstismar erê di hemû civakan pêk tê lê di nava civakên biçûk û girtî de zêdetir e. Malbat di bûyerên bi vî rengî de an guh nadin zarokên xwe, an jî ser bûyerê digirin. Hejmar gelek zêde ye lê nayê dîtin û di civakê de nayê axaftin. Lê di van demên dawî de ji ber sazî betir bi vî karî re eleqedar dibin, em pê dihesin. Lê cardin amarên ku tên ber destê me bi ya min hê ji sedî 20 e.”

"Hejmara saziyên sivîl kêm e"

Meşeyê di axaftina xwe de bal kişand ser girîngîya kar û xebatên dezgehên heremî û wiha got: “Şaredarî û saziyên sivil yên li bajaran jî divê serê xwe li ser vê mijarê bêşînin. Ji ber ku ew betîr di nava civakê de ne. Li Amêdê êrê saziyên sivil baş kar dikin lê bi ya min hejmara wan kêm e. Heta ku gavên bi vî rengî neyên avêtin ez bawer nakim ku istismara li dij zarokan kêm bibe."

Li gor daneyên Saziya Istatîstikan Tirkiyeyê yên 2020an, hejmara zarokên ku çûne yan jî birine hêzên ewlekariyê  gihîştiye 450 hezar û 803yê.  

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan ya (IHD) yên 2018an, Tirkiye di warê istismara zarokan de li cîhanê di rêza 3an de ye. 

Her wiha li gor daneyên kovara The Economistê, Tirkiye di warê ewlekariya  zarokan de di nava 60 welatan de di rêza 60an de cîh digire. 

Çavkanî: Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin