Zagonên rêwîtîyê yên jinan tên guherandin

Zagonên rêwîtîyê yên jinan tên guherandin

Piştî pêkanîna biryara rakirina qedexeya rêdana ajokarîyê li Erebîstana Siûdîyê ji jinan re, tê plankirin ku qeyd û bendên li ser karînên jinan ên rêwîtîya bêyî destûra malbatê bên kêmkirin

A+A-


Piştî pêkanîna biryara rakirina qedexeya rêdana ajokariyê li Erebistana Siûdiyê ji jinan re, tê plankirin ku qeyd û bendên li ser karînên jinan ên rêwîtiya bêyî destûra malbatê bên kêmkirin


Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê diyar kir ku Erebistana Siûdî dixwaze zagonên rêwîtiyê yên têkildarî jinan ku temenê wan zêdetirî 18 salan be, biguherîne û jin bikarin bêyî erêkirina malbatê derkevin derveyî welêt.
Desthilata Erebistana Siûdî îsal komîteyeke guhartina zagonên rêwîtiyê erkdar kir. Şêwirmendekî payebilind got ku di vê salê de dê guhartin di nava qeyd û bendên rêwîtiyê de çêbin.


Tê zanîn ku tevî desthilata Siûdiyê der heqê jinan de gav avêtine, lê ev ji hemû mafên jinan re nabe bersiv, ji ber hêj desthilata Siûdiyê mafên jinan sînordar dike û gelek çalakgerên ku parastina mafên jinan dikin, binçav dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin