Xweştirîn Gola Kurdistanê ziwa dibe

Xweştirîn Gola Kurdistanê ziwa dibe

.

A+A-

Gola Gomî Felaw, ku 3 hezar û 600 metre ji deryayê bilind e û yek ji xweştirîn dîmenên erdnîgarî yên Herêma Kurdistanê ye, ji ber hişkesaliyê ziwa bû.

Bi taybetî di mehên bihar û havînê de Gola Gomî Felaw bala geştiyarên xwecih û biyanî dikişîne, lê îsal ji ber hişkesaliya dijwar ziwa bû.

Gola ku li ser serê ciyayê Hesarî Sekran a rêzeciyayên Helgurd cih digre, 3 hezar û 600 metre ji deryayê bilind e û di mehên bihar û havînê de geştiyaran ji xwe re matmayî dike.

Birêveberê Îdarî yê Parka Netewî ya Helgurd-Sekran, Dilzar qadir ji Rûdawê re axivî û got “Her sal di mehên payizê de asta ava gola Gomî Felaw dikeve. Kêmbûna rêjeya baranê jî di nav sedemên din ên kêmbûna ava golê de ye. Sedemeke din jî li heremê ji bo çandinî û avdaniyê bikaranîna ava golê ye. Lê îsal di payizê de gol bi temamî ziwa bû.”

Dilzar da zanîn ku berê jî gol ziwa bûye û di hişkesaliyan de di mehên dawî yên payîzê de ava golê vala dibe.

Di Nîsana îsal de, germahiya hewayê li zozanên herêma Çomanê daket heta bin sifirê. Zivistanê li ser serê çiyayê Hesarî Sekran berf dibare û heta nîvê havînê lê dimîne.

Parka Netewî ya Sekranê ji ji 110 km2 ye. Qada parkê ji çiyayê Sekranê dest pê dike û digihîje çiyayê Hesarustê.

Ji gelek bajarên Kurdistanê, navîn û başûrê Iraqê û ji welatên cihê yên cîhanê geştiyar vê parkê ji bo serpêhatiyên cihêreng hildibijêrin.

Rûdaw

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin