Wezîrê Derve yê Iraqê banga diyalogê li partiyên Kurdistanê kir

Wezîrê Derve yê Iraqê banga diyalogê li partiyên Kurdistanê kir

.

A+A-

Fûad Hisên diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera PDK û YNK'ê de divê alî bicivin û diyalogeke teqez pêwîst e.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de nirxandinan kir û diyar kir ku pêwendiyeke bihêz a Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî heye û wiha got “Nêçîrvan Barzanî ji ber têkiliyên xwe yên xurt dikare li Bexdayê roleke girîng bilîze.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên li Davovê di hevpeyvîneke li gel peyamenerê Rûdawê Senger Ebdulrehman de bersiva pirsan da.

Hisên li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rola Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsgirêkan de, pirsgirêkên PDK-YNK, daketina nirxê dînarê Iraqî û şandina 400 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan.

Hisên amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîste di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de diyalog hebe û diyar kir ku ew amade ye di vî warî de çi ji destên wî tên bike.

Çend xalên girîng ên daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên ji Rûdawê re wiha ne:

“Daketina nirxê dînar bi gelek faktoran ve girêdayî ye. Biryarên Banka Navendî ya Iraqê jî bandor li vê rewşê kir. Amerîka di wê baweriyê de ye ku dolar ji Iraqê bo Îranê tê veguhestin. Welatên ku ceza li ser wan hatine sepandin, Amerîka naxwaze dolar ji Iraqê derbasî wan welatan bibe. Bi baweriya min kêmbûna nirxê dînar dê raweste ji ber ku ev ne pirseke aborî ye, pirseke pratîkî ye.

Iraq ji bilî neft û gazê hema hema hemû berheman hawirde dike. Ew jî bi dolar tên stendin. Dolar ji pêwîstiyan zêde ketine bazara Iraqê. Pirsgirêk ev e ku ev dolarê zêde bi ku ve diçe.

“Aboriya me bihêz e”

Pereyên welatên derdora me jî li hember dolar nirxê xwe winda dikin. Sûriye, Tirkiye, Îran û Lubnan mînak in lê pereyên me wisa nabin ji ber ku aboriya me bihêz e û petrol bi bihayekî baş bi dolar tê firotin. Her wiha têkiliyên me bi welatên derve re jî baş in û ti ceza li ser me nînin.

 “Nêçîrvan Barzanî dikare li Bexdayê roleke girîng bilîze”

Peywendiyên baş ên Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê û rêveberên Iraqê hene. Girîng e ev têkilî û serdan berdewam bin. Van têkiliyan xwedî bandorek girîng in. Birêz Nêçîrvan Barzanî dikare li Bexdayê roleke girîng bilîze ji ber ku têkiliyên wî yên baş li gel rêveberên Bexdayê hene.

Pirsgirêka yasaya bûdceyê dê çareser bibe ji ber ku her du alî (Herêma Kurdistanê û Iraq) dixwazin encam bi dest bixin.

Di şandina 400 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê de pirsgirêk hebû, lê çareserî hat dîtin.

“Ji bo Kerkûkê jî dê parêzgarek bê hilbijartin”

Yek ji planên Hikûmeta Iraqê hilbijartina parêzgaran e. Bi vê rêbazê dê ji bo Kerkûkê jî parêzgarek bê hilbijartin. Tê pêşniyarkirin ku hilbijartin di meha cotmehê de bên kirin. Hê jî biryar nehatiye girtin.

“Hikûmeta nû cidî ye”

Ez dibînim ku hikûmeta nû li ser pilan û cîbicîkirina bernameya hikûmetê bi cidî ye.

“Eger yek helwêstê nebe, dê rewşa Kurdistanê xerabtir bibe”

Divê arîşeyên di navbera PDK û YNKê de bên çareserkirin, ji ber ku eger helwesteke yekrêzî nebe, rewşa Kurdistanê xirabtir dibe. Tiştên nayên gotin jî dest pê kirin. Divê em derbasî qonaxa çareseriya van pirsgirêkan bibin. Herî kêm divê hikûmeta Kurdistanê û hêzên siyasî yên Kurdistanê bibin xwedî helwestek hevbeş.

“Divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe”

Nabe eger bibe wezîr lê beşdarî xebatan nebe, bibe berpirsiyar lê berpirsiyariyê negire ser xwe. Divê pirsgirêk li parlamentoyê bên çareserkirin. Eger li parlamentoyê çareser nebe, divê di navbera partiyên siyasî de çareser bibe. Dema partiyên siyasî necivin û parlamento necive hikûmet nikare van pirsgirêkan çareser bike.

“Bi rêya Facebookê diyalog nabe”

Pêdiviya wê bi diyalog û danûstandinê heye, lê bi rêya medya û Facebookê diyalog nabe. Divê wezîr û berpirs karê xwe bi cih bînin. Li Kurdistanê amadekariyên hilbijartinan hene, ev qonaxeke girîng e. Di daxuyaniyên herdu aliyan de tê dîtin ku rewş nerm dibe. Ev pêşveçûnek baş e. Di qonaxa bê de divê di navbera partiyên siyasî yan jî li parlamentoyê de danûstandin bên kirin.

Ez bi herdu aliyan re di nava danûstandinê de me, ji bilî diyalogê ti rêyeke din nîne. Di vê derbarê de eger tiştek ji min were xwestin ez amade me bi hemû hêza xwe bikim, ji ber ku ev mijar hem ji bo Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo Iraqê mijareke girîng e.

“Me daxwaza lêkolînê kir”

Me daxwaz kir ku ji bo welatiyên me yên li Mêrdînê hatin qetilkirin li Iraq û Tirkiyeyê komîsyonek lêkolînê bê avakirin û encamên lêkolînê ji Iraqê re bê ragihandin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin