Wezîra Tirk: Artêşa Tirkiyê ji bo dewletek Kurdî ava nebe li bakurê Sûriyê ye

Wezîra Tirk: Artêşa Tirkiyê ji bo dewletek Kurdî ava nebe li bakurê Sûriyê ye

.

A+A-

Wezîreka hikûmeta Tirkiyê ragihand Tirkiye ji bo rêgirtin ji avabûna dewleteke Kurdî destwerdanê di Sûriyê de dike û got, “Li Bakurê Sûriyê li aliyekî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û li aliyê din jî Artêşa Azad ji hev cuda têkoşînê dikin da ku li wir dewleteke Kurdî ava nebe. Li wir avakirina dewleteke Kurdî tê wateya bi kêrê perçekirina başûrê rojhilatê Tirkiyê.”

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanik ku serdana parêzgeha Edenê li başûrê Tirkiyê kiriye, di çarçoveya bernameya xwe ya li Edeneyê de çû Navçeya Yûregir û bi esnafên taxa Kiremithaneyê re hevdîtin kir.

Derya Yanik li wê derê derbarê armancên destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê û herwiha vehewandina penaberên Sûrî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve axivî.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyê, li ser gotinên dikandarekî ku gazinde ji nifûsa zêde ya Sûriyan li navçeyê kir, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê got, “Serokê me timî li ser Sûriyeyiyan dibêje, bi îzna xwedê piştî ku ewlekarî li wir pêk were, ew kes ji xwe dixwazin vegerin welatê xwe. Em jî dixwazin, lê belê niha cihek bo şandina wan tune ye. Mesele ne tenê parastina ewlehiya jiyana Sûriyan e, mesele parastina ewlehiya me ya li derveyî sînor e jî.”

Yanik tekezî li ser hewldanên ji bo parastina sînorê Tirkiyê kir û got, “Tirkiye ji ber dilovaniya xwe li 5 milyon Sûriyeyiyan dinêre, lê belê wê yekê tenê ji ber dilovaniyê nake. Divê hûn vê yekê baş bizanibin. Xeta Helebê ya li ser sînor, xeta Tirkmenan ew kesên ku 400 sal in ewlehiya sînorê me dabîn kirine. Ya duyemîn jî niha hewl didin li bakurê Sûriyê dewleteke Kurdî ava bikin. Em jî hewl didin ku neyê avakirin. Em ewqas şehîdan vala nadin. Me li Tirkiyê jî vala vala ev qas însan himbêz nekirin. Li Bakurê Sûriyê li aliyekî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û li aliyê din jî Artêşa Azad ji hev cuda têkoşînê dikin da ku li wir dewleteke Kurdî ava nebe. Li wir avakirina dewleteke Kurdî tê wateya bi kêrê perçekirina başûrê rojhilatê Tirkiyê.”

Opozisyon ji avakirina dewleta Kurdî xafil e

Yanik bi gotina, “Opozisyonê bi israr aliyê avakirina dewleteke Kurdî ya terorîst li bakurê Sûriyê nedîtî dibîne”, destnîşan kir, “Ezbenî, çima em li van dinêrin? Em dibînin ku paşxaneya vê yekê heye. Binêrin, heta 10-12 sal berê li Stenbol, Beşîktaş, Gûngoren, Enqere, Kizilay, Emek û Ulusê bombe diteqandin. Di heman demê de 30-40 mirovên me dimirin. Çima, ji ber ku mêrik dihat û bombe didanî û diçû. Mirovê we dimire. Ev pêvajo tev wek kêrê birrî. Çawa hat birîn? Du sedem hene. Ewil xayînên FETO ji artêş û polîsan hatin paqijkirin, ya duyem jî me teror li ser çavkaniya xwe bi operasyonên derveyî sînor zuwa kir. Elhemdulîllah em niha di ewlehiyê de ne.”

Wezîra kabîneya Erdogan, Derya Yanîk amaje bi operasyonên li hundirê Tirkiyê jî kir û got, niha hejmara endamên PKKê di bin 200 kesî re ye.

Yanik herwiha diyar kir, “Em aliyê civakî yê meseleyê pir baş dibînin, lê eger em dîsa jî dixwazin Tirkiyê bi giştî bihêlin, ger em bixwazin ewlehiya Tirkiyê di operasyona derveyî sînor de misoger bikin û rê li avakirina dewleteke terorîst li wir bigirin, em dê vê berdêla xwe hinekî hilgirin.”

Weke amajeyek bo Rojavayê Kurdistanê, wê wezîra hikûmeta Tirkiyê ragihand, “li Bakurê Sûriyê li dijî rêxistina terorê têkoşîn tên kirin” û destnîşan kir, “Piştî ku ewder were paqijkirin, Sûriyeyî dê vegerin malên xwe, hêlîna xwe.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin