Wezareta Pêşmerge: Em pêşwazî li biryara NATO ya zêdekirina hêzên xwe yên li Iraqê dikin

Wezareta Pêşmerge: Em pêşwazî li biryara NATO ya zêdekirina hêzên xwe yên li Iraqê dikin

.

A+A-

Li ser wê valahiya ewlehiyê ku li deverên cihê nakokiyê di navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û hêzên Iraqê de heye, Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge Usman Mihemed ragihand; rast e DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk çûye, lê weke îdeolojî têk neçûye û niha bi hebûna wê valahiya ewlehiyê û bi hebûna zemîneke baş, karîne xwe zêdetir birêxistin bikin.

Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge Usman Mihemed diyar kir: “DAIŞ taktîkên xwe yên şer û tevgerê guhertine, niha ew deverên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de, ji bo wan bûne cihên aram û herwiha hinek deverên din, ku eşîr tê de niştecî ne, DAIŞê kariye liv û tevgerên xwe zêde bike û xwe rêk bixe. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê nekarîn hemû wan deveran kontrol bikin, loma DAIŞê karî sala borî, cûrek ji operasyonên taybet encam bide. Berê bi vedana bombeyan bû, niha gihiştiye wê radeyê ku êrîşî xalên kontrolê, binkeyên serbazî û baregehên hêzên ewlehiyê yên Iraqê dike. Ango DAIŞê kariye ji aliyê teknîkê ve qonax bi qonax hilbikişe heta ku gihişt vê derê.”

Usman Mihemed destnîşan kir: “Niha ev rewş, weke rewşa berî 2014an e, beriya girtina Mûsilê bi bîr tîne. Wê demê hebûna xwe li Iraq û Sûriyê ragihandin; dest bi çend operasyonên biçûk kirin weke ku niha dikin. Piştre operasyoneke mezin a meydanî encam da û tirseke mezin xistin û piştre wisa kirin ku xelk pêşwazî li wan bikin. Hejmara çekdarên ku çûn Mûsilê, li hember hejmara artêşa Iraqê ya li wê deverê, em dikarin her weke tune bijmêrin ku ewqas kêm bûn, lê karîn bi rêya medya û rakişandina bala xelkê, di demeke kin de Mûsil girtin û piştre ber bi deverên din çûn. Niha jî rewş heman yan weke wê rewşa berê ye.”

Mihemed eşkere kir: “Ez bawer nakim weke berê bikarin bajarekî mezin weke Mûsilê bigrin, lê dikarin operasyoneke mezin encam bidin, eger em zû nekin.”

Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge li ser êrîşên mûşekî yên ku roja 15ê Sibatê bi ser Hewlêrê de hatin kirin, diyar kir: “Em pêşwazî li biryara NATO ya li ser zêdekirina hêzên xwe yên li Iraqê dikin, çimkî bi hebûna wan şêwirmendên serbazî û rahênanên hêzên NATOyê li Herêma Kurdistanê, hêzên Pêşmerge dê qonaxeke din pêşve biçe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin