Wê Sûdan jî bi Îsraîlê re peymana aştiyê îmze bike

Wê Sûdan jî bi Îsraîlê re peymana aştiyê îmze bike

Hat ragihandin ku bi pêşengiya Amerîkayê îro li Ebû Zebî Îmarat û Sûdan li ser îmzekirina peymaneke muhtemel a aştiyê di navbera Sûdan û Îsraîlê de dicivin.

A+A-

Malpera Axios a amerîkî ragihandiye ku Amerîka û Îmaratê bersiva alîkariya Sûdanê ya aborî daye û wê îmzekirina peymana aştiyê ya Sûdanê-Îsraîlê ragihînin.

Rêveberiya demkî ya Sûdanê ku piştî hilweşandina rejîma dîktator Omer Beşîr hatiye avakirin, ragihandiye ku ew dê bi mercê ku navê Sûdanê ji nav lîsteya piştevanên terorê were derxistin peymana aştiyê ligel Îsraîlê îmze bikin.

Li gorî medya Sûdanê şanda Ebû Zebî ya Îmarê ya ji serokê parlamena Serweriyê Abdulfettah Burhan û wezîrê dadê Nesereddîn Abdulbarî pêk dihat di serdana Îmaratê de bi berpirsên îmaratî re dosyayên herêmê gotûbêj kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin