Wê Parlamentoya Kurdistanê dest bi nivîsandina Destûra Bingehîn bike

Wê Parlamentoya Kurdistanê dest bi nivîsandina Destûra Bingehîn bike

.

A+A-

 Hat ragihandin ku Parlamentoya Kurdistanê amadekariyê dike ku di demeke nêzîk de Destûra Bingehîn a Kurdistanê bê nivîsandin.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehwecî ragihand, Parlamentoya Kurdistanê amadekariyên nivîsandina destûrê dike û nerîna hemû aliyan ew e ku di vê xula Parlementoyê de bibin xwedî destûra xwe.

Mûna Qehwecî ji K24ê re gotiye: "Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di destpêka xula niha de serdana Serok Barzanî û aliyên siyasî kir û me li xaleke hevbeş dît ku hemû aliyan ligel wê ne ku divê di vê xula Perlemantoyê de bibin xwedî destûr.

Qehwecî da zanîn, "Di civînekê de, Serokatiya Parlementoyê bi fermî ji serokên firaksiyonan xwest ku heta 15ê meha bê nerîna xwe li ser mekanîzma nivîsandina destûrê diyar bikin.”

Muna Qehwecî da xuyakirin,"Reşnivîsa destûrê rehendeke niştîmanî ye, pêdiviya wê bi lihevkirina hemû aliyan heye, divê nerîna aliyên ku nûnerên wan di Perlemantoya Kurdistanê de hene û ew ên ku nûnerên wan di Perlemantoyê de tune ne jî li ber çavan were girtin, ji ber ku destûr, destûra hemû gelê Kurdistanê û nûnertiya hemû partiyan e û pêkhateyên Kurdistanê dike û mafê hemû kesan diparêze, ji ber vê yekê divê hemû alî ji nivîsandina destûrê agahdar bin.

Sekretera Parlementoyê diyar kir, “Piştî nivîsandina destûrê dê ew projeyasa dê bikeve bernameya karê Parlementoyê, kar li ser bê kirin, komîteyên taybet jê re werin amadkirin û piştî erêkirina Parlamentoyê, dê gelê Kurdistanê deng li ser bide.”

Herwiha Qehwecî got: “Me di serdana xwe de ya hemû alîyên siyasî piştevanîya nivîsandina destûrê dîtiye, Lê belê me bi berfirehî behsa mekanîzma nivîsandina destûrê nekiriye. Em li bendê ne ku aliyên siyasî bi rêya fraksiyonên xwe nêrîna xwe bînin Parlamentoyê.”

Qehwecî li ser helwesta pêkhateyan jî gotiye, ''Hemû pêkhateyên Tirkmen, Asûrî û Keldanî, ligel pêkhateyên olî jî, mafên wan têne parastin. Em dixwazin mafên wan li gorî destûrê were rêkxistin.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin