Wan | Hacî Tunç ê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' hat berdan

Wan | Hacî Tunç ê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' hat berdan

.

A+A-

 Welatiyê Kurd Haci Tunç ku li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul re gotibû, “Ji berî hezar du hezar salan ve ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne” û piştre doh li Wanê hatibû binçavkirin, îro hat berdan.

Hat zanîn ku Haci Tunç, bi mercê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hatiye berdan û wê baroya Wanê îtirazê li vê biryara dadgehê bike.

Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul  23yê Mijdara 2021ê serdana Wanê kiribû û ligel çend esnaf-kasibkar û xelkê navçeyê civiyabû.

Di dema serdanê de esnafê bi navê Haci Tunç li navçeya Rêya Armûşê ji Sarigul re got: "Çiqas ziman hebin ewqas şadî ye. Dewlemendî bi her tiştî ve girêdayî ye. Bi ziman, netewe, nerît û çandê ve girêdayî ye. Çanda rojhilatê gelek cuda ye. Divê em rojhilatê ji bîr nekin.”

Haci Tunç herwiha ji Mustafa Sarigul re got: “Hevalekî me li Sêrtê got 'ev der Kurdistan e'. Berî 1000-2000 salan 'ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne.' Divê em îtîraz nekin. Xwedê em afirandine. Xwedê Kurdî, Tirkî, Erebî û Inglizî jî dizane."

Mustafa Sarigul jî ji wî esnafî re got : "Li ser axa komara Tirkiyê her kes bi wayekî azad dikare li ser netewe û ramana xwe biaxive. Em dê ligel wan welatiyên ku dibêjin yekitiya alê û sînoran bin."

Piştî van gotinan 24ê Mijdarê Haci Tunç ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin û piştî şevekê di nezaretê de ma îro hat berdan.

Berî niha jî li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Cemil Taşkesen ji ber ku di axaftina xwe ya ligel Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener de gotibû “ev der Kurdistan e” bi heman awayî hatibû desteserkirin û piştre jî li ser bertekên raya giştî ya Kurd hatibû berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin