Vîrusa Korona Pirtir ji 250,000 Kes Kuştine

Vîrusa Korona Pirtir ji 250,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 250,000 derbaz kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê 250,134 kes kuştine.

Ew vîrus herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin li wî welatî 68,387 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 29,079 mirîyan Îtalya li dû wê jî bi 28,809 mirîyan Brîtanya tê.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha 4637 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin