Turkan Elçî zaningoka parêzerîyê qedand

Turkan Elçî zaningoka parêzerîyê qedand

Turkan Elçî, piştî kuştina hevjînê xwe, dest ji mamostetîya wêjeyê berdabû û dest bi xwendina parêzerîyê kiribû, got, min zaningok qedand û destûrnameya xwe sitand.

A+A-

Li ser hesaba xwe ya tora medyayî Turkan Elçî da xuya kirin, “Ji bo xwendina parêzerîyê min û hevjînê xwe bi hev re bîryar dabû. Meşa me bi hev re dabû destpêkirin, ez mecbur mam bi tenê biqedînim, rojên şînê min bi xebata dersan diqetand. Ez mezun bûm. Di destûrnameya min de xwêdana wextekî bi êş heye. Zehmet be  jî meşa hatîye destpêkirin divê nîvco neyê hiştin. Pêwendîya jinan bi vê heye.”

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, 28 Mijdara 2015an li navçeya Amedê Surê li ber Mînareya Çarling dema daxuyanîya çapemenîyê dida hatibû kuştin. Hevjîna wî Turkan Elçî 2017an dest bi xwendina parêzerîyê kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin