Turk: Neheqî gihîştiye asta herî bilind

Turk: Neheqî gihîştiye asta herî bilind

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk yê ji kar hatiye dûrxistin dibêje, di vê demê de neheqî gihîştiye asta herî bilind û êdî hiqûq nemaye.

A+A-

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk yê ji kar hatiye dûrxistin dibêje, di vê demê de neheqî gihîştiye asta herî bilind û êdî hiqûq nemaye.

Ehmed Turk ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi radeya ji sedî 56 hatibû hilbijartin û îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hat dûrxistin da xuyakirin, pêşhatên dawî ji aqil û berjewendiyên xelkê dûr in.

Turk got, mafnasî nemaye, neheqî gihîştine asta herî bilind, rêz li îradeya xelkê nagirin, bi vê re jî dibêjin demokrasî.

Da xuyakirin, ev biryar tenê nîşan dide ku çawa siyaset bi awayekî antidemokratik tê meşandin û tiştên rû didin, li dijî yasa û li dijî mafnasiyê ne.

Ev yek di demekê de ye, îro Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bilmez bi fermana Wezareta Navxweyiya Tirkiyê ve wek Wekîlê Şaredarê Wanê hat erkdarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin