Trump banga aramiyê kir!

Trump banga aramiyê kir!

Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Hong Kongê banga aramîyê kir.

A+A-

Trump dîyar kir ku îstixbarata Amerîkî ji wî re gotiye ku Çîn li sînorê Hong Kongê leşkeran bi cîh dike.

Wî di Twitterê de dîmenek belav kir ku têde konvoyên leşkerî yên ber bi Shenzen ya li sînorê Hong Kong û Çînê diçin, xuya dibin.
Trump ji rojnamevanan re dîyar kir ku rewşa li Hong Kongê tevlihev e û da zanîn ku Çîn jî di nav de, divê hemî alî bo azadîyan çareserîyekê bibînin.
Du gemîyên Amerîkî xwestibûn ku di rojên pêş de serdana Hong Kongê bikin, lê Çînê ew daxwaz red kir û ti sedem jî negot.

Wezareta Derve ya Çînê bi daxuyanîyekê bang li Amerîka kir ku ji karên navxweyî yên Çîn dûr bisekine.

Hong Kong, ku herêmeke girêdayî Çînê ye, ji du mehên borî vir ve dibe qada xwpêşandanên girseyî yên dijî desthilata Çînê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin