Tora Ziman û Çanda Kurdî êrişên nîjadperest ên li dijî Kurdan şermezar kir

Tora Ziman û Çanda Kurdî êrişên nîjadperest ên li dijî Kurdan şermezar kir

.

A+A-

Tora Ziman û Çanda Kurdî, di derbarê êrîşên nijadperestî yên li dijî Kurdan li çend bajarên Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir û tê de bêdengiya dewletê ya ji bo êrişên nîjadperest ên li dijî Kurdan şermezar kir û da zanîn, wê li dijî êrişan bêdeng nemînin. 

Di Cejna Qurbanê de, li bajarên Afyon, Enqere û Konya yên Tirkiyê, komên nîjadperest êrişî welatiyên Kurd kirin û xesar dan can û malê wan. Di êrîşa Afyonê de 7 kes û di êrîşa Enqerê de jî 4 kes birîndar bûn. Herwiha di êriîşa Konyayê de jî nîjadperestan welatiyê bi navê Hakîm Dal ê 43 salî yê ji Diyarbekirê qetil kirin. Tora Ziman û Çanda Kurdî, bi daxuyaniyeke niviskî bêdengiya dewletê ya li dijî êrişan şermezar kir.

Tora Ziman û Çanda Kurdî, di daxuyaniya xwe de êrîşên nîjadperest ku beriya êrîşên dawiyê yên li dijî Kurdan pêk hatibûn bi bîr xist û destnîşan kir, di sedsala 21emîn de li Tirkiyê Kurd ji ber ku bi Kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên. Torê, destnîşan kir ku wê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û çand û zimanê xwe, nirx û rûmeta xwe biparêzin û bi pêş bixin.

Daxuyaniya Tora Ziman û Çanda Kurdî wiha ye:

“Bûyer û qewimînên ku di herikîna dîrokê de rûdane û lêkolînên ku ji aliyê ramanwer û civaknasan ve hatine kirin, nîşan didin ku polîtîkayên pişaftin û înkara çand û zimanan wek sedema sereke ya şerên navbera gel û civakan hatine tespîtkirin, herwiha ji bo aheng û aştiya nava gel û civakan jî pirrengî, pirdengî, pirçandî û pirzimanî wek çareseriya pirsgirêkên nava gelan tê qebûlkirin.

Ligel van rastiyan jî di sedsala 21emîn de hîn jî li Tirkiyeyê ciwanên Kurd, karkerên Kurd ên ku ji bo debara xwe diçin li bajarên Tirkiyeyê dixebitin, ji ber ku bi Kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên.

Di Berfanbara sala 2018an de, li bajarê Sakaryayê Kadir SAKÇI û kurê xwe yê ciwan, ji ber ku di navbera xwe de bi Kurdî axivîn, rastî êrîşê hatin. Kadir SAKÇI jiyana xwe ji dest da û kurê wî bi giranî birîndar bû. Di Hezîrana 2020î de ciwanê Kurd ê bi navê Barış ÇAKAN, ji ber ku muzîka Kurdî guhdar kir, li Enqereyê rastî êrîşê hat û bi kêran hat qetilkirin.

Niha jî dîsan li bajarê Enqereyê û li navçeya Meramê ya ser bi bajarê Konyayê, malbateke Kurd ji ber Kurdbûna xwe rastî êrîşên nijadperest ên ku wêrekî û bingeha xwe ji polîtîkayên dewletê yên înkar û tunehesibandina gelê Kurd û zimanê Kurdî digirin, tên. Mixabin di vê êrîşê de jî Hekîm DAL jiyana xwe ji dest da.

Kiryarên van êrîşên nijadperest ên ku li hemberî gelê Kurd û zimanê Kurdî pêk tên ji aliyê dadgeh û daraza Tirkiyeyê ve bê ceza dimînin û serbest tên berdan. Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî , bêdengiya rayedarên dewletê ya li hemberî van êrîşên nijadperest ên hovane şermezar dikin. Em ê tu car li hemberî bêrêzî û heqaretên li hemberî zimanê Kurdî û van êrîşên nijadperest û hovane bêdeng nemînin.

Em ê li hemberî van êrîşên nijadperest ên ku rasterast bi piştgiriya AKP-MHPê pêk tên çand û zimanê xwe, nirx û rûmetên xwe biparêzin, bi pêş bixin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin