Tirkiyê qeyûm danîn ser şaredariyên Colemêrg, Nisêbîn û Geverê

Tirkiyê qeyûm danîn ser şaredariyên Colemêrg, Nisêbîn û Geverê

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir, ku qeyûm li ser şaredariyên Colemêrgê û navçeya wê Gever, Nisêbîn a Mêrdînê hatine danîn.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir, ku qeyûm li ser şaredariyên Colemêrgê û navçeya wê Gever, Nisêbîn a Mêrdînê hatine danîn.

Piştî ku bi tohmeta endambûna di rêxistina terorîstî de, hevserokê şaredarîya Colemêrgê, herdu hevserokên Şaredariya Nisêbînê, Semîre Nêrgiz û Ferhad Kut û herwiha endamê encûmena şaredariyê Mehmet Emîn Alkan hatin girtin, îro înê Mihemed Balikçilar weke qeyûm li ser Şaredariya Nisêbînê hat diyarkirin.

Heriwiha walîyê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik weke qeyêmê Şaredarîya Colemêrgê, Osman Dugramacî jî weke qeyûmê Şaredariya Geverê hatiye diyarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin