Tirkiye li ser kampa Mexmûrê gefan dixwe

Tirkiye li ser kampa Mexmûrê gefan dixwe

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji hikûmeta Iraqê û Amerîka û Neteweyên Yakbûyî daxwaz dike ku PKKê ji kampê derbixe. 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje; kampa Mexmûrê bûye hêlîna PKKê û ji hikûmeta Iraqê û Amerîka û Neteweyên Yakbûyî daxwaz dike ku PKKê ji kampê derbixe.

Mevlut Çavuşoglu ji medyaya Tirkiyê re gotiye: “Me ti car li kampa Mexmûrê xelkê sivîl nekiriye armanc, me tenê sengerên PKKê yên li derdora kampê kiriye armanc.”

Çavuşoglu herwiha gotiye ku kampa Mexmûrê bûye hêlîna PKKê û ji hikûmeta Iraqê û Amerîka û Neteweyên Yakbûyî daxwaz dike ku PKKê ji kampê derbixe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser rêkeftina asayîkirina Şingalê, ragihandiye; piştî rêkeftinê, milîsên Heşda Şeibî ji bo parastina PKKê hatine Şingalê, eger hikûmeta Iraqê nikare PKKê ji kampa Mexmûrê û Şingalê derbixe, bila rê bidin Tirkiyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin