Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragihand

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragihand

Li gor daxuyaniyê, 4 gerîlayên din ên PKKê jî di heman operasyonê de jiyana xwe ji dest dane.

A+A-

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir, ku hêzên ewlekariyê yên wî welatî duh 22ê Tebaxê li navçeya Stewrê (Savur) ya parêzgeha Mêrdînê operasyonek li dijî PKKê encam dane û di encama wê operasyonê de, serkirdeyê PKKê, "Abdurrahman Siler" ê bi nasnavê "Xebat" hatiye kuştin.

 

Li gor daxuyaniyê, 4 gerîlayên din ên PKKê jî di heman operasyonê de jiyana xwe ji dest dane.


 

PKKê derbarê vê yekê de hêj ti daxuyanî nedaye û kuştina wî berpirsê xwe red an piştrast nekiriye.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daye xuyakirin, ku Abdurrahman Siler di "kategoriya Gewr" a lîsteya terorê ya wî welatî de cih digirt û ji bo bidestxistina zanyariyan an jî kuştina wî 300 hezar lîre xelat hatibû diyarkirin.

 

Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê jî duh ragihandibû, ku Endama Fermandariya Eyaleta Zabê, Leyla Karabaş a bi nasnavê Hêlîn Helena roja 20ê vê mehê (Tebaxê) di êrîşeke esmanî ya artêşa Tirkiyê de hatiye kuştin.

 

HPGê dabû xuyakirin, ku Lela Karataş ji dayikbûya sala 1986 a li parêzgeha Yaluva ya Tirkiyê bûye û sala 2001an li Mêrsînê tevlî refên wan bûye.

 

Di maweyên bihorî de, çend berpirsên mezin ên PKKê di êrîşên esmanî yên Tirkiyê de hatine kuştin, ku Endamê Konseya Rêvebir a KCKê, Diyar Xerîb û Endamê Pêwendiyên Derve yê KCKê, Serhed Varto Serhed Varto ji diyartirîn wan serkirdeyan in.

 

Diyar Xerîb tevî 2 gerîlayên din roja 5ê Tîrmehê di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser Qendîlê canê xwe ji dest dabû.

 

Serhed Varto (Emrullah Dursun) jî tevî 4 gerîlayên din roja Çarşemî 17ê Tîrmehê di encama êrîşeke Tirkiyê de bo ser baregehên wan li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabû.

 

Herwiha Wezareta Navxwe ya Tirkiyê roja 20ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, ku di êrîşeke esmanî de bo ser pêgehên PKKê ku roja 16ê Tîrmehê hatibû encamdan, berpirsa PKKê ya bi navê Sûrxîn Erûh (Meryem Aksu) li navçeya Pasûr a Amedê tevî 3 gerîlayên din hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin